Paşdakişyana Trump ji soza xwe ya birina baylozxaneya Amerîka bo Qudsê

  • Kodê Nûçe : 811312
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Rojnama siyonîstî qala paşkakişyana serokkomarê Amerîkayê ji biryaraxwe ya şandina baylozê vî welatî ji Til Avîvê bo Qudsêkir.

Rojnama siyonîstî qala paşkakişyana serokkomarê Amerîkayê ji biryaraxwe ya şandina baylozê vî welatî ji Til Avîvê bo Qudsêkir.

Rojnama Mearvê ya Rejîma Siyonîstî li rapora xwe ya duh şemiyê li bara soza ku Donald Trump serokkomarê Amerîka dabû ku ew dê baylozxaneya welatê xwe ji Til Avîvê bibe Qudsê, nivîsî; Trump bona baştirkirina peywendiya xwe tev cîhana Ereb dest ji vê biryara xwe berda.

Vê rojnama Rejîma Siyonîstî nivîsî; Ebdullahê Duyem paşayê Urdinê li sefera xwe ya vê dûmahîkê bo Waşîngtonê tevî gotûbêja tev berpirsên Kongera Amerîkayê hişyarî da ku ev gotinên Trump li bara guhartina ciyê baylozxaneya vî welatî ji Til Avîvê bo Qudsê, bûye sebeb ku misilman û welatên ereb hêrs bibin.

Vê rojnama siyonîstî nivîsî; Paşayê Urdinê hişyarî da ku ev kiryara Amerîkayê dê ewlehî û tenahiya navçê dê bêxe ber xeterê.

Ebdullahê Duyem li sefera xwe ya van çend rojên bihurî bo Amerîkayê tev Donald Trumpp serokkomarê Amerîkayê jî hevdîtin pêk anî.

Her li vê barê Trump li gotûbêja xwe ya bi rojnama siyonîstî ya Îsrayîl Hiyom ra ragihand ku birina baylozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê karekî dijwar e û pêwîst e li vê barê bi awayekî ciddî lêkolîn û gotûbêj bên kirin.

Birina baylozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê dirûşmeke hilbijartinî ya Trump li çaxê propagandayên hilbijartina serokkomartiya Amerîkayê bû ku ev dirûşma bûye sebeb gelek ji gelên misilman û ereb bêzariya xwe ji Amerîkayê nîşan bidin.
.........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam