Xerazî:

Pêbendîya Îranê li Rêketinama Atomî maye ser istiratêjîya Ewropayê

Pêbendîya Îranê li Rêketinama Atomî maye ser istiratêjîya Ewropayê

Serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Îranê got: Sozdarîya Têhranê li Rêketinama Atomî girêdayîyê istiratêjîya Ewropayê ji bo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Seyîdkemal Xerazî serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Îranê ku li Almanê ye, li hevdîtina digel Joschka Fischer serokê berê yê Partîya Keskan û wezîrê karên derve yê berê yê Almanê herwiha got: Heke vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî bibe sebeb Îran xêrê ji vê rêketinamê nebîne, bê guman pêbendîya Komara Islamî ya Îranê li Rêketinama Atomî dê bêfeyde be.

Joschka Fischer jî li vê hevdîtinê ragihand: Ewropa hez dike bi raberkirina pakêteka ku bikare li hemberî boykotan bisekine, Îranê li Rêketinama Atomî ragire.

Fîşêr herwiha got: Heke Ewropa li Rêketinama Atomî li hemberî zêdexwazîyên Amerîkayê pêngavan paşda bavêje, dewleta Donald Trump dê zêdetir zorê bide ser Ewropayê.

Serokê Konseya Istiratêjîk a Peywendîyên Derve ya Îranê û wezîrê karên derve yê berê yê Almanê herwiha derbarê meseleyên herêmê û pirsgirêkên ku sîyasetên Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji bo Ewropayê pêk anîne, rawêjkarî kirin.
................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018