Pêgiriya endamên Koma 4+1ê li ser xurtkirina pêwendiyên berfireh ên aborî digel Îranê

Pêgiriya endamên Koma 4+1ê li ser xurtkirina pêwendiyên berfireh ên aborî digel Îranê

Di dawiya civîna wezîrên karên derve yên Îran, Fransa, Rûsiye, Çîn, Brîtanya û Almanyayê ku êvara Duşemiyê li kêleka Civata Giştî ya NY li New Yorkê bi serokatiya Fêdêrîka Mogirînî, Berpirsa Syaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê hat lidarxistin, beşdaran bi daxûyaniyekê li ser sozdariya xwe ya dubare derbarê cihanîna tam û bibandor a Lihevkirina Atomî ji wan li warê aborî û rakirina boykotan pêgirî kirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Di dawiya civîna wezîrên karên derve yên Îran, Fransa, Rûsiye, Çîn, Brîtanya û Almanyayê ku êvara Duşemiyê li kêleka Civata Giştî ya NY li New Yorkê bi serokatiya Fêdêrîka Mogirînî, Berpirsa Syaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê hat lidarxistin, beşdaran bi daxûyaniyekê li ser sozdariya xwe ya dubare derbarê cihanîna tam û bibandor a Lihevkirina Atomî ji wan li warê aborî û rakirina boykotan pêgirî kirin.

Wezîrên karên derve yên Îranê û endamên Koma 4+1 her wiha ragihandin: Rakirina boykotan û behrewergirtina Îranê ji berjewendiyên pêkhatî, beşa bingehîn a Lihevkirina Atomî ye.

Endamên Lihevkirina Atomî li vê daxûyaniyê tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji derketina Amerîkayê ji vê lihevkriinê, li sekinîneka aşkira li hemberî boykotên yekalî yên Amerîkayê, li ser sozên xwe li mijarin weke parastin û xurtkirina pêwendiyên berfirehtir ên aborî bi Îranê ra, parastin û berdewamiya kanalên dayîna pereyê û bi awayekî diyarkirî damezirandina ``Rêbazeka taybet`` ji bo hêsankirina dayînên pereyê têkildarî derfirotinê (ji wan niftê) û derkirrîna Îranê ku alîkariya çalakên aborî ji bo ticareta bi Îrabnê ra dike û dilniyayiyeka dubare dide wan, pêşwazî kirin.

Endamên Lihevkirina Atomî ji welatên din jî xwestin ku siyaset û sazûkarên viha li pêwendiyên xwe yên aborî bi Îranê ra bigirin ber xwe.

Wezîrên karên drve yên Îran û Koma 4+1ê her wiha tevî erêkirina 12 raporên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê li ser vê yekê ku Îranê sozên xwe yên atomî tam û bibandor cih anîne, careka din piştgiriya xwe ji projeyên ku li warê hevkariya atomî ya bi aştî û Lihevkirina Atomî ne, ragihandin.

.................

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018