Pêşketina artêşa Sûriyê li derûdora bajarê Reqayê

  • Kodê Nûçe : 845126
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê duh şemiyê karîn gundê Qanim Elî li aliyê rojhilata Reqayê li bakûra Sûriyê ji destê terorîstan azad bikin.

Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê duh şemiyê karîn gundê Qanim Elî li aliyê rojhilata Reqayê li bakûra Sûriyê ji destê terorîstan azad bikin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Bajarê Reqayê ku ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê wekî navenda Xelafeta van terorîstan li nav Sûriyê hatiye binav kirin, li kêlega çemê Firatê ye û 90 kîlomitr ji sînorê vî welatî tev Tirkiyê dûre û 3 hetanî 4 hezar terorîstên DAIŞ`ê li nav vî bajarî dimînin.

Sandiqa zarokên Rêxistina Netewên Yekgirtî yan Yonîsifê vê dûmahîkê ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê li nav Reqayê 40 hezar zarok dorpêç kirine û ew zarokane li rewşekî bi xeter dijîn.

Artêş û hêzên berxwedanê herwisa operasiyona xwe ya dijî terorîstan ji aliyê meydana El-Hîl-El-Sexne domandine û gihêştine derûdora bajarê El-Senxnê li bakûra rojhilata bajarê Tedmurê li parêzgeha Hums`ê.

Li vê operasiyonê jî derbên giran li terorîstên DAIŞ`ê ketine.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrîşa berfireh ên komên çekdar ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi armanca serûbinokirina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê Sûriyê dest pê bûye.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*