Peyama Rêberê Înqilabê bo hecîyên Beytullahê:

Siyaseta Amerîkayê gurkirina şer û kuştina misilmanan bi destê hevdû ye

 Siyaseta Amerîkayê gurkirina şer û kuştina misilmanan bi destê hevdû ye

Îro li tevgera Amerîkayê mustekbir, raserîperest û cinayetkar binêrin; siyaseta xwe ya eslî li hember misilmanan gurkirina şer e û bi awayekî qirêj dixwaze û hewl dide misilmanan bi destê hevdû bide kuştin.

Abna – Rêberê Înqilaba Îslamî Hezretê Ayetullah Xamineyî di peyama xwe ya ji hecîyên Beytullahê re hinartî de diyarkirina miyadgeheke dayimî bo bicîanîna ferîzeya hecê weke semboleke yekîtîya misilmanan û avakirina umeta Îslamê nirxand û digel îşare bi siyaseta şerefrûzane ya Amerîkayê li nava misilmanan diyar kir: Divê bi hişyarî ev siyaseta şeytanî were bêbandor kirin û hec û beraeta ji mişrîkan jî bingeha vê hişyarî ava dike.

Metna peyama Rêberê Înqilaba Îslamî ku îro ji alîyê nûnerê welîyê feqîh û serperiştê hecîyên Îranî ve li qada Erefatê hat xwandin, bi hawî ye:

Bi navê Xwedayê rehman û rehîm

Hemd ji Xwedê re û selat û selam li Resûlê Wî Mustefa û li binemala wî ya paqij û qenc û li sehabeyên wî yên bijarte be.

Xwedê Teala fermaye: Di nava mirovan de Hecê banghildêre (îlan bike) ku yên peya û yên siwar li ser hêştirên weza û westiyayî ji her rêyên dûr ve werin, werin cem te (serdana K`abê bikin). Da ku ji bo xwe (di Hecê de) berjewendîyan (yên dinyewî û uxrewî) bibînin, (ji bo) ji heywanên terş (hêştir, dewar û pez) ku Xwedê Teala wek rizq daye wan, di rojên melûm (ên Hecê) de (ser jêkin) navê Xwedê Teala bînin (zikrê Xwedê bikin). (Sûreya Hecê: 27-28)

Ev newaya erşî û asimanî hê jî can û dilên mirovan vedixwîne û ji kûrahiya dewran û sedsalan gazî mirovatîyê dike ku li dora mihwera tewhîdê bicivin. Mirov hemî berpeyv û mixatebê vê bangewazîya îbrahîmî ne û pê şanaz in; her çend hene hin guhên ku wê nebîsin, hin dilên li perdeya xiflet û cehaletê pêçayî ku jê bêpar bin û hin kesên ku di xwe de selahiyet û hejayîya runiştina li ser vê sifreya gerdûnî û dayimî pêk neyînin yan bi her awayî negihêjin wê.

Nika hûn ji vê mewhîbeya îlahî behremend bûne û we gav avêtiye nav gelîyê ewleh ê mêvanxaneya îlahî. Erefat, Meş`er, Mîna, Sefa, Merwe, Beyt, Mescidu-l Heram, Mescidu-n Nebî û şûn û warên van hemû menasik û merasîman jê her yek, xelekek ji zincîra menewiyet û hilkêşîn û berzbûna giyanî ya bi cih anîna hecê ye ku divê qedra vê serketinê zanibe, ji bo pakbûna xwe jê sûdwergire û ji bo temenê xwe yê mayî tûrikekî jê dagre.

Xala girîng a ku her mirovekî/e bîrewer dixe nava meraqê û wî/ê hestyar dike, teyîn û diyar kirina miyadgeheke dayimî bo hemû gel û hemû nifşan û bo hemû salan û li niqteyeke diyar û li maweyekî demê yê yekîne ye. Ev yekîtîya dem û cih, razek ji razên bingehîn ên ferîzeya hecê ye. Bê guman yek ji mînakên herî raser ên îbareta “لِیَشهَدوا مَن‍ـافِ‍ـعَ لَهُم” yanê “da ku ji bo xwe berjewendîyan bibînin”, hema ev hevdîtina salane ya umeta Îslamî li kêleka mala Xwedê ye. Eve remza yekîtîya Îslamî û sembola Îslamê ya avakirina umetê ye ku divê li jêr sîwana Beytullahê de be. Mala Xwedê ya hemîyan e û ji her kesî re ye: “سَ‍ـواّْءَ العـاکِفُ فیهِ وَ الب‍ـاد” , “...ku me, ew ji bo hemû mirovan wekhev; çi yê ku ji wir e, çi yê ku ji derve tê, kiriye qible” (Sureya Hecê: 25).

Hec li vê derê û di vê dema diyar de her tim û her sal bi zimanekî zelal û mentiqekî vekirî misilmanan gazî yekîtîyê dike. Ev gazîya hecê di niqteya dijberî daxwazîya dijminên Îslamê de ye ku di hemû dewran de û nemaze di vê dewrê de ji bo misilman rabin hemberî hevdû ew sor kirine û dikin. Îro li tevgera Amerîkayê mustekbir, raserîperest û cinayetkar binêrin; siyaseta xwe ya eslî li hember misilmanan gurkirina şer e; bi awayekî qirêj dixwaze û hewl dide misilmanan bi destê hevdû bide kuştin; zaliman berdidin canê mazlûman, piştgirîyê didin enîya sîtemger, bi destê enîya sîtemkar enîya sîtembar diçewsinin û agirê fitneya xofnak her û her tund û tîj dikin. Misilman divê hişyar bin, vê siyasetê bê bandor bikin û vala derxinin. Hec ji vê hişyarîyê re bingehê saz dike û felsefeya beraeta ji mişrîk û mistekbiran li hecê jî ev e.

Zikra Xwedê, bîranîna Xwedê giyanê hecê ye. Di her hal û rewşê de em dilên xwe bi vê barana rehmetê, ter û teze û zindî bikin û em wer bikin ku bila tewekul, îtimad û xwe spartina Wî ya ku çavkanîya şiyanê, îhtîşamê, delalî û dadê ye, koka xwe berde nava dilê me. Ku wisa be em ê li hember xefika dijmin bi ser kevin. Gelî hecîyên xoşewîst û ezîz! Duakirina ji umeta Îslamê re, ji mezlûmên li Suriyê, Îraqê, Filistînê, Efxanîstanê, Yemenê, Behreynê, Lîbyê, Pakîstanê, Keşmîrê, Miyanmarê û yên li deverên din re ji bîr nekin û ji Xwedê bixwazin ku destê Amerîkayê, yê mistekbirên din û nokerên wan bê qutkirin.

Wessalmu aleykum we rehmetullah

Seyîd Elî Xamineyî

20ê Tebaxa 2018

 

   

 

  

          

         

Abna – Rêberê Înqilaba Îslamî Hezretê Ayetullah Xamineyî di peyama xwe ya ji hecîyên Beytullahê re hinartî de diyarkirina miyaadgeheke dayimî bo bicîanîna ferîzeya hecê weke semboleke yekîtîya misilmanan û avakirina umeta Îslamê nirxand û digel îşare bi siyaseta şerefrûzane ya Amerîkayê li nava misilmanan diyar kir: Divê bi hişyarî ev siyaseta şeytanî were bêbandor kirin û hec û beraeta ji mişrîkan jî bingeha vê hişyarî ava dike.

Metna peyama Rêberê Înqilaba Îslamî ku îro ji alîyê nûnerê welîyê feqîh û serperiştê hecîyên Îranî ve li qada Erefatê hat xwandin, bi hawî ye:

Bi navê Xwedayê rehman û rehîm

Hemd ji Xwedê re û selat û selam li Resûlê Wî Mustefa û li binemala wî ya paqij û qenc û li sehabeyên wî yên bijarte be.

Xwedê Teala fermaye: Di nava mirovan de Hecê banghildêre (îlan bike) ku yên peya û yên siwar li ser hêştirên weza û westiyayî ji her rêyên dûr ve werin, werin cem te (serdana K`abê bikin). Da ku ji bo xwe (di Hecê de) berjewendîyan (yên dinyewî û uxrewî) bibînin, (ji bo) ji heywanên terş (hêştir, dewar û pez) ku Xwedê Teala wek rizq daye wan, di rojên melûm (ên Hecê) de (ser jêkin) navê Xwedê Teala bînin (zikrê Xwedê bikin). (Sûreya Hecê: 27-28)

Ev newaya erşî û asimanî hê jî can û dilên mirovan vedixwîne û ji kûrahiya dewran û sedsalan gazî mirovatîyê dike ku li dora mihwera tewhîdê bicivin. Mirov hemî berpeyv û mixatebê vê bangewazîya îbrahîmî ne û pê şanaz in; her çend hene hin guhên ku wê nebîsin, hin dilên li perdeya xiflet û cehaletê pêçayî ku jê bêpar bin û hin kesên ku di xwe de selahiyet û hejayîya runiştina li ser vê sifreya gerdûnî û dayimî pêk neyînin yan bi her awayî negihêjin wê.

Nika hûn ji vê mewhîbeya îlahî behremend bûne û we gav avêtiye nav gelîyê ewleh ê mêvanxaneya îlahî. Erefat, Meş`er, Mîna, Sefa, Merwe, Beyt, Mescidu-l Heram, Mescidu-n Nebî û şûn û warên van hemû menasik û merasîman jê her yek, xelekek ji zincîra menewiyet û hilkêşîn û berzbûna giyanî ya bi cih anîna hecê ye ku divê qedra vê serketinê zanibe, ji bo pakbûna xwe jê sûdwergire û ji bo temenê xwe yê mayî tûrikekî jê dagre.

Xala girîng a ku her mirovekî/e bîrewer dixe nava meraqê û wî hestyar dike, teyîn û diyar kirina miyadgeheke dayimî bo hemû gel û hemû nifşan û bo hemû salan û li niqteyeke diyar û li maweyekî demê yê yekîne ye. Ev yekîtîya dem û cih, razek ji razên bingehîn ên ferîzeya hecê ye. Bê guman yek ji mînakên herî raser ên îbareta “لِیَشهَدوا مَن‍ـافِ‍ـعَ لَهُم” yanê “da ku ji bo xwe berjewendîyan bibînin”, hema ev hevdîtina salane ya umeta Îslamî li kêleka mala Xwedê ye. Eve remza yekîtîya Îslamî û sembola Îslamê ya avakirina umetê ye ku divê li jêr sîwana Beytullahê de be. Mala Xwedê ya hemîyan e û ji her kesî re ye: “سَ‍ـواّْءَ العـاکِفُ فیهِ وَ الب‍ـاد” , “...ku me, ew ji bo hemû mirovan wekhev; çi yê ku ji wir e, çi yê ku ji derve tê, kiriye qible” (Sureya Hecê: 25).

Hec li vê derê û di vê dema diyar de her tim û her sal bi zimanekî zelal û mentiqekî vekirî misilmanan gazî yekîtîyê dike. Ev gazîya hecê di niqteya dijberî daxwazîya dijminên Îslamê de ye ku di hemû dewran de û nemaze di vê dewrê de ji bo misilman rabin hemberî hevdû ew sor kirine û dikin. Îro li tevgera Amerîkayê mustekbir, raserîperest û cinayetkar binêrin; siyaseta xwe ya eslî li hember misilmanan gurkirina şer e; bi awayekî qirêj diwxaze û hewl dide misilmanan bi destê hevdû bide kuştin; zaliman berdidin canê mazlûman, piştgirîyê didin enîya sîtemger, bi destê enîya sîtemkar enîya sîtembar diçewsinin û agirê fitneya xofnak her û her tund û tîj dikin. Misilman divê hişyar bin, vê siyasetê bê bandor bikin û vala derxinin. Hec ji vê hişyarîyê re bingehê saz dike û felsefeya beraeta ji mişrîk û mistekbiran li hecê jî ev e.

Zikra Xwedê, bîranîna Xwedê giyanê hecê ye. Di her hal û rewşê de em dilên xwe bi vê barana rehmetê, ter û teze û zindî bikin û em wer bikin ku bila tewekul, îtimad û xwe spartina Wî ya ku çavkanîya şiyanê, îhtîşamê, delalî û dadê ye, koka xwe berde nava dilê me. Ku wisa be em ê li hember xefika dijmin bi ser kevin. Gelî hecîyên xoşewîst û ezîz! Duakirina ji umeta Îslamê re, ji mezlûmên li Suriyê, Îraqê, Filistînê, Efxanîstanê, Yemenê, Behreynê, Lîbyê, Pakîstanê, Keşmîrê, Miyanmarê û yên li deverên din re ji bîr nekin û ji Xwedê bixwazin ku destê Amerîkayê, yê mistekbirên din û nokerên wan bê qutkirin.

Wessalmu aleykum we rehmetullah

Seyîd Elî Xamineyî

20ê Tebaxa 2018

 

 

        

        

         

 

       

 

    

    

                 

                


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018