Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî:

Peyamên siyasî yên hecê yên Inqilaba Islamî bighînin cîhana Îslamê

Peyamên siyasî yên hecê yên Inqilaba Islamî bighînin cîhana Îslamê

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî îro nîvro li hevdîtina tev komek ji berpirs û karbidestên sazîya hecê ya Îranê, ser gîhandina peyamên siyasî yên hecê yên Inqilaba Îslamî bo cîhana islamê tekez kir.

Hezretê ayetullah Xamineyî got ku fermana Xwedê teala ya ji bo kombûna misilmanan di demekê de û li cihekî taybet ji bo cihanîna ferîze û rê û resma hecê, ber û la û peyamên siyasî yên giring ên mîna `` pêwîstiya  peywendî û jihvfêrbûna misilmanan`` û `` nîşandayîna  îqtidar û qaweta umeta Îslamî`` hene û destnîşan kir: Xêncî ber û laya meinewî ya hecê ku pir giring e, divê ev rastî û armancên Îslamî jî bên berbiçavkirin û ji wan re  plan û bername bên darêştin û ev plan cih werin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba  Îslamî, `` peywedniya  bi hemî umeta Îslamî re li hecê``, `` gîhandina  peyama  Inqilaba  Îslamî bo tewafkiran û jinavbirina şik û gumanên wan``, `` pêkanîna zemînê bo danîna peywendîyan di navbera Komara Îslamî û welatên din ên Îslamî de yan xurtkirina wan peywendîyana `` û `` jiyana bi aşitî û biratî bi firqeyên Îslamî re `` ji wan peyamên  siyasî û pêwîst bo cîhana  Îslamê li heyama hecê dan zanîn û destnîşan kir: Divê hec ji bo Komara Îslamî bibe sedema rûmetê, loma nabe berûlayên siyasî yên hecê werin jibîrkirin û heca îbrahîmî yanê heca piştî Inqilaba Îslamî bi heca beriya wê re û heca welatên ku qe haj bingeh û têgehên Îslamê û Inqilaba  Îslamî nînin, ferqa wê heye.

Wî bal kişand ser berbendên ku dewleta siûdî li hember lidarxistina merasima duaya Komeylê datîne û got: Divê bi hewldan û bi însiyatîvê ji van astengiyan derbas bibin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, her wiha kavilkirina şûnewarên Îslamî yên mîna  şûnewar û berhemên  mensûb bi pêxemberê kkrem(s), hezretê Elî (s), xelîfe û mucahidên destpêka Îslamê bi mehna berfirehkirina hecê bi tundî rexne kir û got: Li halekî ku welatên curbicur berhem û şûnewarên  xwe yên dîrokî bi baldarî diparêzin û heta carnan ji bo dewlemendnîşandana   dîrok û rabuhuriya xwe, hin berhemên sexte saz dikin, heya niha gelek berhem û şûnewarên îslamî li Meke û Medîneyê hatine kavilkirin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba  Îslamî Rêxistina Hec û Ziyaretê ya Îranê û saziyên têkildarî wê erkdar kirin ku ji bo girtina pêşîya xirabkirina şûnewarên mayî yên islamî insîyatîvê bigirin destê xwe, kar bikin û bi berpirsên karên hecê yên welatên din ên misilman re bikevin têkilîyê.

.................

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018