Peydakirina çend ton madên kîmyawî yên DAIŞê li rojava Mûsilê

  • Kodê Nûçe : 846812
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Serokê polîsê federal ê Iraqê raghand: Hêzên polîs ên vî welatî, 10 ton madên kîmyawî , Nîtrat Amonyak, Fosfat û Kolor peyda kirin ku DAIŞê ev madeyên kîmyawî li mûşek û bombeyan û madên teqînê jibo êrişa ser xelkê sivîl û girtina pêşiya pêşdeçûna hêzên iraqî li rojava Mûsilê bikar dianîn.

 Li gorî rapora roja duşemê ya ISNAyê,, Şakir Cewdet serokê polîsê federal ê Iraqê herwiha got: Ev bîlançoya herwiha girtina 47 terorîstan li rojava Mûsilê û dîtina184 kemberên teqandinê û 4 cihên bombebarkirî û pênc  bermîlên madên teqînê digre ber xwe.

 Şakir Cewdet diyar kir: Hêzên polîsê federal ê Iraqê 2000 hawan û pênc hawanavêj û 70 mûşekavêjên li dijî tankan û 125 mûşekên  kontroldar û 10 mekîneyê peywendiyan ên DAIŞê jî li rojava  Mûsilê dîtin.

 Serokê polîsê federl ê Iraqê tekez kir, li gorî amarên hanê, hêzên iraqî karîn ji 7 Tîrmehê heya 6 Tebaxa îsal, li hezar û 614 malan bigerin  û 20 mal û sê trimbêlên bombekirî pûç bikin.

 Hêzên iraqî piştî azadkirina tam a Mûsilê ji bin lepên  DAIŞê li 10 Tîrmeha 2017an  mijûlî paqijkirina  beşa kevn a vî bajarî ji endamên  terorîstî û  amêrên cengê ne.
..........
300

Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam