Polîsê Îsrayîl ducarî ji Netanyahu jêpirsînê destpê dike

Polîsê Îsrayîl ducarî ji Netanyahu jêpirsînê destpê dike

Polîsê Îsrayîl bo cara heftan ji Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîstî jêpirsînê destpê dike.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Rojnama siyonîstî ya Jerusalem Post`ê îro pêncşemê bal kişande ser jêpirsîna ducarî ji Netanyahû serokwezîrê vî rejîmî nivîsî eva cara heftane ku li bara sê dosiyên gendeliyê ji Netanyahû jêpirsîn tê kirin û yekîneya ``Lahav 433berpirsê vê jêpirsînê ye.

Hatiye ragihandin ku sibe îniyê dê Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li bara bertîldana Cîmz Pekir milyardirê îsrayîlî bi wî bersiv bide.

Jêpirsîna ji serokwezîrê Rejîma Siyonîstî ji 2 Çileya sala 2017 destpê bûye û heta niha 7 caran ew bi tawana gendeliya abûrî ketiye ber jêpirsînê.

Gendeliya herî girîng a Benyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonstî bertîlvergirtina yêk milyon dolarî ji Arnaud Mimran gendelkarê binave fransî ye ku hatiye ragihandin ev para ji bo teblîqatên serokwezîriya Netanyahû hatiye xerckirin.

Herwisa dosiyekî din li bara gendeliya abûrî ya Netanyahû heye ku ew jî kirrîna 3 Noqavên mezin ji Alman e ku erzişa vê muamilê jî zêde ji Milyardek dolare û dosiyekî din jî heye ser navê Dosiya ``1000`` ku nîşan dide wî ji kompaniyên biyanî bertîl werdigirtiye.
................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018