Qasimî: Amerîka di cîgehekî de nîne ku li ser mafên mirovan raya xwe derbibre.

  • Kodê Nûçe : 823764
  • Çavkanî : Abna
Brief

Berdevkê Vezareta Karên Derve ya Îranê li hember xistina sazîyek û rayedarekî fermî yê Îranî li nav lîsteya bêbingeh ya ambargoyê bi hinceta beredayî ya binpêkirina mafên mirovan, reaksîyon nîşan da û got: Amerîka ne di cîgehekî ye ku derheqê mafên mirovan li welatan, bîr û bawerîya xwe derpêş bike.

Li gorî ragihandina Abnayê, Berdevkê Vezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir: Rêveberîya DYE’yê ji ber karnameya xwe ya neyînî ya navxweyî û navneteweyî di cîgehekî wisa de nîne ku bikaribe derheqê rewşa mafên mirovan li welatên din raya xwe derbibre an bikeve nav hewldanekê.

Behram Qasimî, li hember xistina sazîyek û rayedarekî Îranî li nav lîsteya bêbingeh ya ambargoyê bi hinceta beredayî ya binpêkirina mafên mirovan, bertek nîşan da û got: Hewldanên dubareyên wiha yên ber bi armancên sîyasî yên DYE’yê û diyarkirina ambargoyên yek alî li dijî kesên hiqûqî û heqîqî yên ji welatên serbixwe bi engaşta bêbingeh ya binpêkirina mafên mirovan, li dijî prensipên misoger ên hiqûqa beynelmîlel û mafê mirovî yê navneteweyî ye û tiştekî nerewa û derqanûnî ye.

Berdevkê Vezareta Karên Derve ya Îranê amaje bi vê mijarê kir ku ti sazî û otorîteyeke navneteweyî erkeke wiha ti caran nedaye Devletên Yekbûyî yên Emerîkayê ku li gorî nêrîna xwe rewşa mafên mirovan ya li welatên din bide ber likolîn û nirxandinê û jê re bibêje çi bikin û çi nekin, diyar kir: Ev hewldanên hane û anbargo û tehrîmên yek alî û zordestane li gorî bîryarnameyên mikerrer ên Neteweyên Yekbûyî teşebuseke nerewa ye û xwedî encamên neyînî ye li ser behremendîya kesan ji mafên mirovan.

Qasimî destnîşan kir: Hewladana DYE’yê ji bo pêşxistina teşebusên bi vî rengî yên li pêy destwerdanê, berîya her tiştî armancek e ji bo sergirtina kêşeyên mafên mirovî yên li wî welatî û ya dawîn hewlek e ji bo çepandina raya giştî ya cîhanê ji ser cînayetan û piştgirîya vî welatî li binpêkirina sîstematîk û sosret ya mafên mirovan ji hêla hin hevalbendên xwe yên li deverê bitaybet jî rejîma sihyonîstî ku karnameya wan ya mefên mirovan reş e.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam