Reaksîyona Îranê li hember cînayeta xofnak a terorîstan û komkujîya Şiîyên Sûrîyê

  • Kodê Nûçe : 824063
  • Çavkanî : Abna
Brief

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, cînayeta dawî ya xofnak a terorîstên tekfîrî li Sûrîyê bi tundî şermezar kir.

Li gorî ragihandina Ajansa Abnayê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî, komkujîya xofnak ya şênîyên bajarên Şiînişîn ên Fua û Keferyayê ji hêla terorîstên tekfîrî ve bi tundî şermezar kir û bi dewlet û miletê Sûrîyê re û her wiha ji kesên şûnvemayî û xizmên şehîdên vê tevkujîya biêş û kanc re hemderdîya xwe anî zimên.

Behram Qasimî îzhar kir: Cînayeta şermdêr û nemirovane ya terorîstên tekfîrî û êrîşa wan a zebûn û zelîlane ya li dijî otobusên şênîyên dorpêçayî yên bajarên Fua û Keferyayê û di nava xwîn û axê de gevizandina jin û zarokên bêparêz, rûpeleke dî ya nengîn li qirêjî, rûreşî û karnameya menfûr a terorîstan û piştgirên wan zêde kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir: Niha pirsa bingehîn a raya giştî ya cîhanê û ya wijdanên haydar û hişyar ev e ku kesên îdîaya piştgirîya gelê Sûriyê dikin bi çi hawî vê cînayeta xofnak hezim dikin û dengê xwe dernaxin? Helwesta dudilî li hemberî cînayetê û dabeşkirina kujeran bi ên baş û nebaş ji hêla dewletên ku piştgirîyê didin van komên kujer û ji hêla kesên îdîaya mafên mirovan dikin û her wiha dema dikevine tengasîyê alîkarîyên eşkere û bidizî yên ji wan re tên kirin, dibin baîsa kanctir bûna terorîstan û plankirina cînayetên xofnak ku îro em dibin şahidê nimûneyeke dîtir a ji wan.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam