Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: Karger li rûdawên inqilabê û berevaniya pîroz bi agehdarî û xeyretê li meydanê bûn

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: Karger li rûdawên inqilabê û berevaniya pîroz bi agehdarî û xeyretê li meydanê bûn

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî got: Ragirtina kermeta birek ji şehîdan ji wan şehîdên kargerî erzişekî zêdetir heye ji ber ku li hemû dewranên inqilabê, li sekinîna li hember grûpên terorîstî û dewrana berevaniya pîroz, karger bi xeyret û agehdarî li meydanê hazir bûn.

Gotinên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina tev birêveberên kongereya 14 hezar şehîdên civata kargerî ku li 5 Sibatê birê ketibû, îro sibê li ciyê birêketina vê civînê li Têhranê hate weşandinê.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, bîranîna şehîdan li seranserî Îranê nîşana kerem û îradeya îlahî bona mayîna siya şehîdan li ser îranê daye zanîn.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bal kişande ser işkesta grûpên dijî inqilabê bona liv û tevger çêkirina di nav kargeran dijî Komara îslamî û destnîşan kir: Karekî sereke ku dijminan dikir bona ku kargeran dijî Komara îslamî raken, çêkirina bêbazariyê di nav karistanan bû lê kargeran li van salana bi agehdarî , serbilindî û dîndariya xwe li ser pê rawestan û ev pîlana dijminan pûç kirin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî hizûra berbiçav a kargeran li berevaniya pîroz jî babetek din ji xeyret û himeta wan daye zanîn û ragihand: Her wextekê ku Îmamê mezin ferman dida ku xelk xwe bona berevaniyê amade bikin, gelek ji kargerên cewan û dîndar ku nanê wan yê şevê hema mabû ser karkirina wan û derhata wan a rojane , dîsa jî wekî besîcî diçûne bereyên şêr û bi mentiq digotin, gere ku herim û ji welat û sînorên xwe yên îslamî berevaniyê bikim ji ber ku eger dijmin ser welatê min bi desthilat be, ne ku nan belkî êdî tişt dê bo me nemîne.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ji birêveberên kongireya şehîdan jî xwest ku karên bi tesîr cih bînin û xwe ji karên teşrîfatî biparêzin.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018