Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: ``Xwedê şehîd Hucecî ezîz kiriye``

  • Kodê Nûçe : 856782
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: ``Dilpakî, nêta pak, tevgera li ser wextê û hewcetiya civatê bi şehîdbûneke visa bûye sebeb ku Xwedayê Muteal şehîd Hucecî li çavên giştan ezîz bike``.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya nivîsgeha parastin  û weşandina berhemên hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, berbanga îro (Çarşemî) li kêleka meytê paqij ê şehîd Muhsin Hucecî ji Berevanên Heremê li mizgefta Îmam Husêyn (S) a Têhranê got: "Hemî şehîd li ba Xwedayê Muteal ezîz in; Lê taybetmendiyeka vî xortî hebûye ku Xwedayê Muteal navê vî şehîdî berz kir".

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî her wiha got: "Binêrin ji ber şehîdbûna Hucecî çi coş û kelecanek li Îranê bi rê ketiye".

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî her wiha ji bo malbata şehîd Hucecî hêviya sebr û hedarê kir.

Meytê paqij ê şehîd Muhsin Hucecî îro anku Çarşemiyê ji meydana Îmam Husêyn (S) heta meydana Şehîdan (Meydana Şuheda) a Têhranê li ser milê bi hezaran kes ji kesê  paytexta Îranê û bi amadebûna berpirs û rayedarên derecebilind ên welêt hat oxirkirin.

Muhsin Hucecî ji Berevanên Heremê roja 9ê Tebaxa 2017an piştî ku li sînorê Iraq û Sûriyê ji aliyê çeteyên koma têrorîst a DAIŞê va hat hîsîrkirin, hat şehîdkirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*