Rêberê giranqedr ê inqilabê: Beşdariya li hilbijartinan dibe sedema mezinbûna Îranê li ber çavên dijmin

  • Kodê Nûçe : 828378
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî beşdariya berfireh a gel li warên curbicur, bi taybet li hilbijartinê sedema parastîbûyîn, parastina berjewendiyên gelê Îranê û sedema mezinatiya nizama Îslamî li ber çavê dijminan da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî roja yekşemiyê li hevdîtina bi hezaran kes ji mamosteyên Îranê re, hilbijartin li nizama  Komara Îslamî meseleyeke bingehîn e ku ji hizra serdestîya gelanî ya dînî çavkanîyê digire û destnîşan kir: Beşdariya hemî gel, bi hirzên curbicur ên siyasî li hilbijartinên 19 Gulana 2017`ê, parastina iqtidar, mezinatî û parastîbûna Îranê garantî dike û bi beşdariyeke wiha,dê  dijmin ti carî nekaribe karekî li hember gelê Îranê bike.

Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Li nizama  Komara Îslamî wisa nîne ku cimhûrî bi Îslamê ve hatibe girêdanê û ger hilbijartin neba, îro rojê ti nîşanek ji Komara Îslamî ya Îranê nedima.

Wî herwiha got : Tenê berbenda li hember dijminatiya dijminan, beşdariya gel li meydanê ye, ji ber ku mezinatiya welatekî 80 milyonî bi hêza însanî ya bihêz û jîr û xwediyê bi milyonan ciwanan, tirsê dixe dilê dijminan.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha destnîşan kir: Mesela sereke û giring li hilbijartinê, beşdariya hemî gel li dengdayînê ye da ku nîşan bidin jibo berevaniya ji Îslamê û nizamê amade ne û dê Îranê biparêzin.

Hezretê ayetullah Xamineyî herwiha hîndekarî û perwerdehî jêrxana sereke ya zanist û lêkolînê da zanîn û got: Ger hîndekarî û perwerdehî li gorî bername û siyasetên rast  pêşde here, Îran dê ji hêla  zanist û lêkolînê ve dewlemend bibe.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*