Di hevdîtina li gel malbatên şehîdên Heremê û merzbanan:

Rêberê Înqilaba Îslamî: Komara Îslamî muqtedîrane li pê ye û gel dê şeqemê li dişminan bixe.

  • Kodê Nûçe : 837393
  • Çavkanî : Abna
Brief

Komek ji malbatên şehîdan ên sînorên welêt diparizin û her wiha şehîdên parêzvan ên Heremê û şehîdên Wezareta Îtilaatê bi Rêberê Înqilaba Îslamî re hevdîtin pêk anîn.

Abna / Hezretê Ayetullah Xaminêyî, di vê hevdîtinê de bal kişand ser ku mafê jiyanê yê şehîdan li ser welêt heye û divê gel û rayedar hemî xwe dêyndarê şehîdan bizanibin û ameje bi gotinên dijminane û bigef ên desthilatdarên Amerîkî kir û ewe, wek gotinên beredayî bibav kirin û got: Karbidestên Amerîkî ji destpêka serketina înqilabê ve her tim li dûyî guhertina Komara Îslamî bûne lê dê nikaribin sîleyê li miletê Îranê bixin, belkî miletê Îranê dê sîleyê li wan xe.

Rêberê Înqilabê li destpêka vê hevdîtinê, têgîna “şehadet”ê wek mijareke kûr, xweyî wateyên berz û danûstandineke pir bifêde ya bi Xwedayê Teala re da zanîn û wiha dirêjayî da axeftinê: Şehadet, “mirina tacirane” ye û di vê danûstandinê de Xwedê, giyanê mirovî yê ku di dawîyê de ji nav dere, di beramberî bextewerîya ebedî de dikre û şehîd digihêje mertebeyekî ku hêza şefaetkirinê bi dest dixe.

Wî, xweragirî, îstiqamet û sebra malbetên şehîdan li hemberî wundakirina nêzîktirîn kesên xwe, nirxeke zaf bilind da zanîn û bi bîr xist: Kartêkerên bingehîn ên parastina Înqilaba Îslamî û hêza wê, têgîn û nirxên mezin ên mîna “şehadet, cîhad û sebr û xoregirîya malbetên şehîdan” in û dijmin hewl dide van nirxan ji civakê bigre û mixabin hin kes jî di vê çarçoveyê de pênûsa xwe dixebitinin û diperitinin.

Rêberê Înqilaba Îslamî, amaje pê kir ligel ku Nîzama Îslamî rastî dijminatîyên dijwar hat lê disa jî li piya ma û got: Gotinên beredayî yên Serokkamarê Amrîkayê ne tiştekî nû ye, ev înqilaba ku qewimî, ji destpêkê ve rastî dijminatîyên dijwar hat. Nika li hart û hûrt û fortên vî zilamî yê ku li Amerîkayê teze hatiye ser kar mêze nekin; ev, nû nînin û ji ewil de hebûn; tenê ziman û tonê wan ê axeftinê ferq dike. Ji roja ewil de ev gef û fortên li dijî Komara Îslamî dewam kirin heya îro; derdora çêhl salan e ku dewam dikin lê nekarîn ti gûyekî bela bikin. Ev şitla ku dema li ser erdê hê şitleke ziravik bû nekarîn tiştekî pê bikin, vêca îro ku bûye dareke mezin ma dikarin tiştekî pê bikin?

Wî, îşare bi daxuyanîyên dawîn ên karbidestên Amerîkî yên li ser hewla wan ji bo guhartina Nîzama Îslamî kir û gazîya wan kir: Di nava 38 salên borî de demek heye ku we guhertina Nîzama Îslamî nexwastibe? Lê li gel vê yekê, serê we her tim li kêvir ketiye û dê ji vir şûn ve jî her wiha be.

Rêberê Înqilaba Îslamî, rayedarên nû yên Qesra Sipî wek rayedarên bêtecribe û nezan û nûkar binav kirin û te`kîd kir: Van kesên bêtecribe, gel û rayedarên Îranê nasnekirine. Ev kesên teze li Amerîkayê hatine ser kar, mîna kesên ku nû ketine cergeya çaqûkêşan, diminin. Ev çaqûkêşên nûkar û bêtecribe, ku digihên kû derê, derbeyê lê didin; fêm nakin çi karî dikin, hetanî ku gulmistek li devê wan dikeve û wê çaxê fêm dikin hesab çi ye û kitab çi ye!

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, lê zêde kir: Serkirdeyên Amerîkayê ji destpêka serketina Înqilaba Îslamî ve xwe dane ber gêrkirina Nîzama Îslamî, lê kesên ku pê re mirazekî wiha hebûn, ev miraz bi xwe re birin gorê û ji vir pê ve jî dê wisa be.

Wî, te`kîd kir: Çi dijmin û çi dostên jidil û çi jî hin dostên ku carna dilê wan dicirife, bila hemî zanibin ku Komara Îslamî biqewet û îqtidara xwe, bê kêmasî li pê ye û dijmin nikarin şeqemê li gelê Îranê bixin, berevajî vê, dê gelê me şeqemê li bin guhê wan xe.

Rêberê Înqilaba Îslamî, bal kişand ser ku divê qedr û qîmeta şehîdan li nav civakê were zanîn û derbareyê pesindana rola şehîdên Heremê de got: Ger ne ji şehîdên Heremê bûya, îro divê me bi “unsûrên fitneger, xebîs û dijminên Ehlê Beytê (a) ” re li nav bajarên Îranê şer bikra, ji ber ku nêta wan hebû ku ji hêla Iraqê ve bikevin Îranê, lê pêşîya wan hat girtin û tar û mar bûn û niha jî li Iraq û Sûrîyê koka wan li ber kolandinê ye.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, ewlehîya heyî ya welêt dêyndarê parêzvanên Heremê û parêzvanên sînorên Îranê zanî û wiha got: Ewlehîya sînoran û bajarên welêt bi saya hewldanên merzvanan bi dest ve hatiye û wan bi hemû heyîna xwe ve, xwe dane ber parastina Îranê û her wiha pêşîgirtina li madeyên narkotîkê. Helbet ev hewldan wekî ku divê werin dîtin nayên dîtin û merzvan û şehîdên parastina sînoran mezlûm in.

Wî, kesên ku di xebatên ewlekarî û îtilaatî de şehîd ketine jî wek ji kesên fedakar ên ji bo dabînkirina ewlehî û pêşîgirtina li kiryarên terorîstî û mirina mirovên bêguneh, hesibadin û got: Xizmeta ji welêt re ne tenê dabînkirina av û nan e, belkî jê wêdetir dabînkirina ewlehîyê ye û şehîd û parêzvanên Herem û merz û bajarên welêt bi dabînkirina ewlehî re mafê wan ê jiyanê dikeve stûyê welêt.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, li dawiyê, bal kişand ser rêzgirtina ji şehîdan û malbetên şehîdan re û zanîna qedra wan û bi bîr xist: Em hemî dêyndarê şehîdan e û li bin barê mineta wan de ne. Her kesê ku li ciheta jibîrbûna xatireya şehîndan an bêhurnetîya ji malbetên wan re karekî bike, di rastîyê de li welêt xîyanet kiriye.

           

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*