Rêberê Înqilaba Îslamî: Êrişa Emerikayê ya li dijî Sûrîyê, çewtîyeke stratejîk e.

  • Kodê Nûçe : 822967
  • Çavkanî : Abna
Brief

Rêberê Înqilaba Îslamî diyar kir: Rayedarên berê yên Emerikî DAIŞ pêk anîn an piştgirî danê û rayedarên niha jî DAIŞê an grûbekî mîna wê teqwîye dikin.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Rêberê Înqilaba Îslamî Hezretê Ayetullah Xaminêyî, îro (yekşem) danê nîvro di hevdîtina ligel fermandarên payebilind ên hêzên çekdar ên Îranê de îşaretî plana dijmin a ku lewazkirina morala gel û rayedar û hêzên çakdar hedef digre û dike ku di nava gel de psîkolojîya “nabe û em nikarin” belav bibe, kir û bi bîr xist: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi xwe spartina Xwedê û xwebawerîyê divê roj bi roj şiyan û kapasîteya xwe bi pêş bixin û bi însîyatîfa xwe û xîreteke mezin kêmasîyan û valahîyan tijî bikin.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, di hevdîtinê de daxwazîya saleke bi bereket û tijî serketin ji bo hemû gel û nemaze ji bona hêzên çekdar ên fedakar û malbatên wan kir û wiha lê zêde kir: Duaya herî baş û serketina herî bilind ji bona mirov, teşxîs û nasîna riya rast û îstîqameta di vê riyê de ye.

Rêberê Înqilaba Îslamî, hêzên çekdar ên welêt wek hêzên xwedî bîr û bawerî bi nav kir û got: Xizmeta bi zanabûn û bi îxlas ya ji gel re îbadeta herî mezin e. Divê qedra vê firsendê bê zanîn, çawa ku di heyama parastina pîroz de jî micahîd û şehîdan ji wê firsendê sûd wergirtin û îro jî daxwazîya hemû rêwîyên riya Xwedê, gihîştina şehadetê ye.

Îmam Xaminêyî, bal kişande ser pêşxistina domdar ya şiyana rêxistinî û operasyonê ya hêzên çekdar û destnîşan kir: Divê kêmasîyên malî li ber pêşveçûnê nebin asteng, çawa ku di heyama parastina pîroz de ligel hebûna ewqas kêmasî, şerekî demdirêj, bi serkeftineke kethî û bêyî ku metrek ji axa welêt vir de û wê de here, bi dawî hat û îro jî bi însîyatîfa xwe û bi xîreteke berz mirov dikare kêmasîyan berterf bike.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, amaje bi piştgirîyên hemû layane yên ku dewletên Ewrupî di şerê li Îranê hate ferzkirin de dabûn Saddam, kir û lê zêde kir: Dewltên rîyakar û durû yên Ewrupî ku îro li ser mijara Sûrîyê îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî dikin, di dema şerê ferzkirî de bi tonan çekên kîmyewî dane Saddam daku bi van çekan êrişî enîyên me û dewrên Serdeşt û Helepçeyê bike.

Rêberê Înqilabê, pêşketinên halê hazir ên leşkerî yên welêt wek pêşketinên ku bi yên heyama şer ve nayên qiyaskirin nirxand û got: Bi xwe spratina Xwedê, xwebawerî, dîsiplîn û şopandina midûriyetê îro jî em dikarin astengan berteref bikin.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, “xurtkirina morala hêzên çekdar” wek erka fermandarên payebilind bi nav kir û bal kişande ser plana dijmin ya ji bo lewazkirina ruhîyeta rayedar, gel û hêzên çekdar û wiha dirêjayî da gotina xwe: Dijmin hewl dide taktîkên şerê psîkolojîk bikar bîne û bi vî rengî, qelsî û lerzê têxe dilê rayedaran û hesta “nabe û em nikarin” berde nav dilê wan.

“Pêşxistina likolînan” û “rêzgirtina ji hêzên çekdar ên malnişîn re”, du xalên din bûn ku Îmam Xaminêyî bal kişande ser û lê zêde kir: Malnişîn, zexîreyên hêja yên hêzên çekdar in û bo kêşeyên madî û debarê û nemaze bona rêzgirtin û îhtirama wan divê fikir û tevdîr bêne kirin.

Rêberê Înqilaba Îslamî, îşaretî hewldana dijmin ya ku dixwaze pêşîya xurtbûna hêzên çekdar bigre jî kir û destnîşan kir: Dijmin, beşên hêzên çekdar yeko yeko lê dide daku wan ji hindur ve vala bike; lê hêzên çekdar divê ji hêla rêxistinî ve roj bi roj xurttir û qewîtir bibin.

Rêberê Înqilaba Îslamî, qala êrişa Emerîkayê ya ser Sûrîyê û hin analîzên li ser pêkanbûna hewldanên bi vî rengî li deverên din ên cîhanê kir û wiha dirêjayî da gotinê: Cinayet, kuştin, destavêtin û binpêkirin tev ji Emerîkîyan tên payîn û li deverên din ên dinyayê jî ev karên hane kirine. Lêbelê mesele ev e ku ew li kû derê diwêrin karên wilo bikin?

Rêberê Înqilabê, te`kîd kir: Komara Îslamî nîşan daye ku bi gotinên wiha beredayî, bê wate û karên xelet ji meydanê dernakeve û rayedarên ku bawerîya xwe bi înqilabê hene û gel, bi xwe spartina Xwedê ve li hemberî gef û tehdîdan paş ve nakêşin, çiko heger nêta vekşînê hebûya dê îro welat tûşî bêçaretî û têkçûna şaristanî û ruhî hatibûya.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, êrişa Emerîkayê ya li dijî Sûrîyê jî wiha nirxand: Karê ku Emerîkîyan kirin, çewtîyeke stratejîk e û şaşîtîya ku yên berî wan kirin dubare dikin.

Rêberê Înqilabê, diyar kir: Rayedarên berê yên Emerîkayê, DAIŞ derxistin holê an piştgirî danê û rayedarên niha jî DAIŞê an yeke mîna wê teqwîye dikin.

Îmam Xaminêyî, bi kirpandina vê yekê re ku xetera van grûban dê li paşerojê pêsîra Emerîkîyan bigre, wiha lê zêde kir: Ewropa, îro ji ber ku xeletî kir û hêzên tekfîrî xurt kirin ketiye ber tengasîyê, gel di mal û kolanan de di rewşeke bê ewleyî de dijî. Emerîka jî heman çewtîyê dubare dike.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*