Rêberê Înqilabê: Trump dê defnî dîrokê bibe

Rêberê Înqilabê: Trump dê defnî dîrokê bibe

Hezretê Ayetullah Xamineyî di hevdîtina ligel rayedar û karbidestên welêt de şertên Komara Îslamîya Îranê ji bo domandina rêketinnameyê ragihandin.

Abna – Rêberê Înqilaba Îslamî danê êvara îro (Çarşemê) di hevdîtina xwe ya ligel rêveberên erkên sêkane û rayedar û karbidestên pergala Îslamî de amaje bi dijminîya hîmdar, kûr û domdar a Emerîkayê li dijî pergala Komara Îslamî û gelê Îranê kir û diyar kir: Heke rayedar erkên xwe wênin cî, têkçûna Emerîkayê qethî û bêguman e.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di axiftina xwe ya girîng a di vê hevdîtinê de li du mihwerên “tevgera rast a li hember Emerîka, rêketinname û Ewrûpayê” û her wiha “pêwîstî û zerûretên bizava rêxweşker a aborîyê li nava welêt” çendîn tecribeyên honawer û biîbret li bara têkilîyên Îran û welatên Rojavayê bi bîr xist û garantîyên ku bo dewamkirina rêketinnameyê pêwîste Ewrûpa misoger bike, rave kirin.

Rêberê Înqilaba Îslamî li despêka axiftina xwe, meha mibareka Remezanê wek firsendekê bona nûkirina rihê îman û menewîyetê bi bîr xist û destnîşan kir: Ev firsend ji her kesî re heye lê ji bo kesên elît û rêveberên welêt hîn taybetîtir e daku ligel xurttir kirina têkilîya xwe bi Xwedê re û kirina îbadet û duayan û gerîna li ber dergêhê Heq Teala re menewîyeta xwe bo pêkanîna erka giran a berpirsyarîya xwe teqwiye bikin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî dûre hat ser mijara xwe ya eslî û ligel îşare bi dewrên cihêreng ên Komara Îslamî û tecribe û azmûnên girîng yên van dewran, got: Komara Îslamî li çel salên borî hemû dewr û bûyerên cûrecûr ên van sala bi hêz û berxwedana xwe û bi tedbîr li dûy xwe hîşst û dê van dewrên niha jî bi hêz û tedbîra xwe li paş xwe bihêle û di riya pêşveçûnê de her bimeşe.

Wî lê zêde kir: Ji despêka Înqilaba Îslamî ve û di hemû van dewranan de rejîma Emerîkayê dijminê serekê yê gelê Îranê ye û hemû alev û fen û fûtên sîyasî, aborî, asayîşî, leşkerî û yên bangeşekerîyê jî bikar anîn lê ev dek û dolabên wî hemî vala derketin û têk çû.

Rêberê Înqilaba Îslamî ligel îşare bi dubarebûna pêyva “rûxandina nîzamê” li nava axiftinên rayedarên Emerîkî, got: Ev gotin ne tiştekî nû ye û rayedarên Emerîkî ji destpêka serketina Înqilaba Îslamî û vir ve, vê gotinê bikar tînin. Heta ew serokomarê ku digot ez ne li dûyî rûxandina nîzamê me, li dûyî rûxandinê bû û nêt û armancên wî jî eyan bûn.

Wî bi kirpandina vê yekê re ku li gorî sineta îlahî û zagona yezdanî di têkçûna dijmin de ti guman tineye, destnîşan kir: Dawîya serokomarê niha yê Emerîkayê jî wê ji ya selefên xwe yên wekî Bush û Reagan çêtir nebe û dê mîna wan loqî nava dîrokê bibe û têde com bibe.

Rêberê Înqilaba Îslamî wiha dewam dayê: Helbet li gor esasê sineta îlahî, hin wezîfe jî hene ku dikevin ser milê me û heke em van wezîfeyan encam nedin meriv nikara jê bi îtmînan be ku ew encamên liberçavgirtî dê bidest kevin.

Îmam Xamineyî dazanîn ku bicî anîna erk û peywiran û standina biryara dirust di dewra fiîlî de pêwîst dike ji tecribeyên borî sûd bê girtin û di vê çarçoveyê de li ser ravekirina 6 tecribeyan û dersên girîng ên li bara Emerîkayê de sekinî.

Wî li ser tecribeya ewil got: Hemû nêzikatîyên Emerîkayê ji destpêka mizakereyan heya niha tev de vê tecribeya girîng diselminin ku Îran nikane bi Emerîkayê re danûstandinê bike, ji ber ku ev welat ne girêdayî ehd û peymana xwe ye.

Rêberê Înqilabê bal kişand ser ku: Bila hin kes nebêjin girêdayî peymana xwe nebûn, karê vî serokomarî an yê vê rêveberîya Emerîkayê ye, ne xêr; rêveberîya berê jî ku ligel me mizakere kir, hema hema eynî rêbaz bikar anî û wan jî peymanname bin pê kirin û Îran tehrîm kirin.

Îmam Xamineyî amaje bi daxuyanîyên dîplomatên welêt ên li bara binpêkirina çenbare a rih û cismê rêketinnameyê ji hêla Emerîkayê ve kir û wiha pêde çû: Ligel rêveberîya ku peymanên navneteweyî hewqas hêsan û mîna vexwarina avê bi rihetî bin pê dike danûstandin nayê kirin. Tecribeya rêketinnamê bû bersiv ji wan kesa re ku digotin çima tu bi Emerîkayê re mizakere nakî û nakevî gotûbêjê. Lewra pêwîste her kes ji vê tecribê dersan derxin û zanibin ku bi rêveberîyeke wiha re danûstandin û mizake nayê kirin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî dastnîşan kir: Tecribeya ehdşikanê û xwedî li şora xwe dernedikatina Emerîkayê tenê taybetî Îranê jî nîne, belkû ev welat heta ligel kesên serî li ber ditewinin û xulamtî jê re dikin ên wekî Mihemed Riza Pehlewî û Husnî Mibarek jî bi heman şiklî pê re tev gerîye û digere.

Wî, eşkerebûna neyartîya Emerîkayê ligel Îranê wek tecribeya diyen dazanin û got: Li mizakereyên salên dawîyê û piştî rêketinnamê tev eyan bû ku mijarên wekî meseleya navokî û moşekî ne mijarên eslî ne; neyartî û dijminîya kûr a Emerîkayê ne ligel van mesela ye, belkî ligel pergala Îslamî ye, dijminê har ê gelê Îranê, serbilindîya pergala Îslamî li nevçeya hessas û berfireh bûna rihê berxwedanê û bêtirs û bêxof derketina li hember zilm û sîtemên vî welatî û dijminê bilindkirina ala Îslamê ye. Dixwazin ku pergala Îslamî ji kartêgerên wê yên hêz û quwetê vala bikin.

Rêberê Înqilabê îşare bi tecribeyeke dîtir kir û got: Her cûre nermayî li hember Emerîkayê ku ji ber berjewendîyên werzî û demdemî bê nişan dan, dê ne tenê dijminîya vî welatî kêm bike, berevajî vê, dê wî hîn hartir û kanctir bike.

Rêberê Înqilaba Îslamî îşare bi tevgerên nerm ên hikûmeta Îranê li heyama Bushê kur ê diyem kir û bi bîr xist: Di vê heyamê de ruxmî van tevgerên nerm dîsa jî Bushê kur Komara Îslamî ya Îranê wek mihwerê şeraretê binav kir.

Hezretê Ayetullah Xamineyî amaje bi tehrîmên dewleta Emerîkayê li dûyî rêketinnamê jî kir û wiha dirêjayî dayê: Li hemberî hewqas tehrîm û boykotan îtiraz hat kirin lêbelê ti hewldaneke xurt pêk nehat û di encamê de serokkomarê Emerîkayê hîn kanctir û hartir diaxife.

 

Wî bal kişand ser ku bi nermbûn û paşve vekşînê rê li ber dijminîya Emerîkayê nayê girtin û got: Ev yek tenê mexsûsî Emerîkîyan jî nîne, hemû welatên Rojavayê exleb wilo ne û ji bîra me naçe ew heyama ku serokomarê me alîgirê rêbaza nerm ligel Rojavayê bû lê eynî serokomar bi hincetên bêbingeh û vala ji alîyê Almanyayê ve mehkeme lê hat vekrin.

Rêberê Înqilabê tecribeya çarem jî rave kir û wiha axifî: Berxwedana li hember welatên Rojavayê hîn zêdetir derfetê diafirine daku ew neçar bin paşve vekşin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî bo li ber çav resimandina vê tecribê îşare bi rûdanên navokî yên salên borî kir û got: Li van salan bo ku dosyeya navokî li ajansê normal bibe hat qebûkirin ku dezgehên navokî bên girtin û morkirin. Belam li hember helwestên nerm û paşve vekşînên vê hîngê dîsa jî ji heyeta Îranî re gotin ku pêwîste hemû sazî û dezgehên Îranê kom bin û bên tinekirin. Vê demê heta destûr nadan ku dû an sê santrîfuj jî bixebitin, lê gava ku em li hemberî zêdexwazî û çavnebarîya wan sekinîn û me mohr û derîyê kîlîtkirî şikand û ciwanên me yên biîman û şorişger xenîsazîya ji sedî bîst pêk anîn, Rojavayî li ber me gerîyan û pejirandina xenîsazîya ji sedî 3.5 jî di nav de qebûl kirin ku ji bênc heya şeş hezar santrîfuj jî her aktîf biminin.

Rêberê Înqilabê diyar kir ku bi fermî naskirina mafê xenîsazîyê yê Îranê ne ji ber mizakereyê, belkî ji ber pêşketina zanyarên me yên ciwan û bidest xistina ji sedî bîstê xenîsazîyê bû û ger ne wisa bûya ti cara mafê me bi fermî nedinasîn.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tecribeya çarem wiha xulase kir: Divê meriv li hember zêdexwazîya terefê din bi wêrekî tevbigere.

Wî, tecribeya bêncemîn a biîbret û honawer wek hevrêtîya Ewrûpayê ligel Emerîkayê di kêlîyên herî kritîk de pênase kir û wiha axifî: Em ne li dû ne ku bi Ewrûpayê bikevin pevçûnê lê van sê welatên Ewrûpayê nîşan dane ku di demên herî kritîk de li ba Emerîkayê cih digrin.

Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê, tevgera qirêj a wezîrê karên derve yê Fransayê di mizakereyên navokî de û parvekirina rola polîsê çê û yê neçê ligel Emerîkayê û her wiha asteng qeşirandina dewleta Îngilîs li hember mafê kirîna Ke’ka Zer, wek mînakên hevkarîya Ewrûpayê ligel Emerîkayê wesifand û diyar kir: Ewrûpî hin tiştan dibêjin lê heta niha me nedîye ku bi wateya rastîn a pêyvê li hember Emerîkayê rawestin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, derberê tecribeya şeşemîn a bûyerên rêketinnamê de wiha got: Li van salên dawîn ev ders hat girtin ku girêdana çareserîya pirsgirêkên welêt nemaze jî yên aborîyê bi rêketinnamê û bi derveyî welêt re çewtîyeke mezin e. Gava em meseleyên aborîyê û kespûkar bi rêketinnamê ve qelem dikin û pê ve girêdidin ev encam jê der tê ku kesên xwedî kar û sermaye ne, li benda îmze bûn an îmze nebûna rêketinnamê diminin û dûre jî li benda îcra bûn û nebûna wê diminin û paşê jî li bendê ne ku ka gelo Emerîka dê di rêketinnamê de bimîne an nemîne û welhasil dezgeha aktîf a aborîya welêt li dawîyê çav li riya biyanîyan û di halê daliqandî de dimîne.

Rêberê Şoreşê, di xulasekirina tecribeyên rêketinnameya navokî de bal kişand ser ku di bûyerên li pê ne de divê meriv hişyar be daku ev tecribe dubare nebin û em ji qulekê dubar neyên gezkirin.

Îmam Xamineyî her wiha dilê xwe xweşkirin û revandina xema xwe bi babetên wek bêrûmet û bêîtibar bûna Emerîkayê yan derketina îxtilafa zahirî li navbera Emerîka û Ewrûpayê li maceraya dawîn wek astengê li ber sûdwergirtina ji tecribeyan wesifand û lê zêde kir: Evene rastî ne, lêbelê ma me ji bo van tiştan mizakere kiribû daku em rabin dilê xwe pê xweş bikin. Armanca mizakereyên nukleerî ji holê rabûna tehrîm û boykotan bû ku bi piranî ji holê ranebûn. Ji xeynê vê jî, li vê dawîyê tên tehdît dikin û dibêjin ruxmî dupatkirina biryarnameya Sazîya Neteweyên Yekbûyî dê boykotan şûn ve vegerinin.

Rêberê Înqilaba Îslamî her wiha bal kişand ser xaleke bingehîn û hişyar kir ku alîyên sîyasî, rêveberî û çapemenîyê divê xwe ji lomekirina hevdû dûr bixin. Rexnekirina bi însaf û aqilane re ti pirsgirêk tineye û rayedar jî divê guh bidinê lê pêwîste heqaret, abûtî, îtham û îcadkirina du qutbîyê li ser rêketinnamê û li hemberî hev tûjkirina gel neqewime û yekîtî û wehdeta kelîmeyê neyê binpêkirin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî piştre pirseke girîng kir û got: Awayê rast ê rûbirû bûna bi rêketinnamê re piştî jê derketina Emerîkayê, çi ye­?

Wî di bersiva vê pirsê de bal kişand ser çend xalan û wiha got: Xala yekem ev e ku divêt em rastbînane û bi awayekî waqiî li mijaran binêrin û bêyî xweşkirina dilê xwe bi îhtimalan em wana bi zelalî û bi şêweyekî rastbînane bi gel re parve bikin.

Rêberê Înqilaba Îslamî di vî warî de îşare bi vê gumana nerast a dibêje piştî rêketinnamê 100 milyar dolar hatiye welêt kir û wiha pê de çû: Mixabin hin kesan ev gumana beredayî neqlî gel jî kirin.

Xala diyem a ku Rêberê Înqilabê di bara “şêweya rast a rûbirûbûna digel rêketinnamê di şertûmercên heyî de” rave kir, ev realîte bû ku aborîya welêt bi rêya “rêketinnameya Rojavayî” nikare bê çêkirin.

Wî lê zêde kir: Rêketinnameya Rojavayê helbet ji xwe re meseleyek e lêbelê gelek qerîneyên wekî jêgerîn û dudilîya şirketên mezin ên Ewrûpî û her wiha daxuyanîyên sê welatên Ewrûpî nîşan didin ku aborîya welêt bi rêya rêketinnameya Ewrûpî nikare bi pişve bête birin.

Rêberê Şoreşa Îslamî ligel amaje bi bedehdî û bêsedaqetî ya sê welatên Ewrûpî li destpêkên deheka 80î li ser meseleya navokî, wiha dirêjayî dayê: Ewrûpî pêwîste îspat bikin ku vê carê nêta wan a dubarekirina bedehdî û bêwefatîyê nîne.

Hezretê Ayetullah Xamineyî bêdengîya sê welatên Ewrûpî li hember binpêbûna çenbare ya rih û cismê rêketinnamê ji alîyê Emerîkayê ve rexne kir û wiha got: Heke wan dengê xwe li ber Emerîkayê derxista dibû ku kar nedigîşte vê derê, Ewrûpî pêwîste wê bêdengîya xwe telafî bikin.

Ayetullah Xamineyî derketina Emerîkayê ji rêketinnamê wek binpêkirina biryarnameya 2231 a Neteweyên Yekbûyî binav kir û lê zêde kir ku Ewrûpî divê li Konseya Netewên Yekbûyî bi rêya biryarnameyekê ya li dijî Emerîkayê dengê xwe li hember tevgera vî welatî derbixin.

Rêberê Înqilaba Îslamî di warê şertên pêwîst ji bo dewama rêketinnamê ligel Ewrûpayê bal kişand ser ku serekên van sê welatan divê teahûd bikin û soz bidin ku dê meseleya moşekî û heyîna Îranê ya herêmî bi ti hawî neyînin rojevê.

Rêberê Înqilaba Îslamî, dijatîya vekirî ya Ewrûpîyan bi her cûre tehrîm û boykotên Emerîkayê ên li dijî Îranê re wek şertekî ji şertên pêwîst ên dîtir wesifand û destnîşan kir: Her kes divê zanibe ku Komara Îslamî parastina ji rêya dûr ve jî di nav de dev ji kartêgerên xwe yên hêzê bernade.

Wî kûrahîya stratejîk ji faktorên dîtir ên îqtîdara Îranê hesiband û lê zêde kir: Heyîna li navçeyê û alîgirî û piştevanîkirina Komara Îslamî ji hêla miletan ve kûratîya me ya stratejîk e û ti rêveberîyek biaqil dev ji van faktorên hêzê bernade.

Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha yekîbûn û komîhev bûna gel li bin ala Îslamê û şanazîya nîzamê bi şiarên Îslamî wek sedemê qehîmbûn û bihêz bûna welêt nirxand. Wî bi bîr xist ku nêta me ya ku em bi sê welatên Ewrûpî re bikevin pevçûnê tineye belam ji ber sicîla wan îtimada me bi wan nîne û ji ber vê divê ew garantîyên waqiî û rastîn bidin.

Rêberê Înqilaba Îslamî teqez kir ku heke Ewrûpî di bersivandina daxwazîyên me de bikulin û dereng biminîn mafê Îranê heye ku xebatên tetîlkirî yên navokî ji nû ve bide destpêkirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018