Rêberê qedirgiran ê Inqilabê: Merasima roja 22`yê Behmenê ya îsal dê balkêş û ya temaşekirinê be

Rêberê qedirgiran ê Inqilabê: Merasima roja 22`yê Behmenê ya îsal dê balkêş û ya temaşekirinê be

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, dehika fecrê û boneyên girîng ên heyama serketina Inqilaba Islamî sedema dewam û qahîmbûna nizama islamî ya Îranê zanîn û pêgirî kir: Bi kerema Xwedê, merasima roja 22`yê Behmenê (11`ê Sibatê) ya îsal dê balkêş û ya temaşekirinê be.

Hezretê ayetulah Xaminêyî îro hevgavê salroja beyeta dîrokî ya efserên têknîkê yên Hêza Hewayî ya Artêşê di 8`ê Sibata sala 1979`ê digel Îmam Xumêyênî (RE) de, li hevdîtina digel hejmarek fermande û pêrsonêlên Hêza Hewayî û navenda pedafenda hewayî ya Artêşa Îranê herwiha got: Îsal ji ber axavtinên pûç ên hin rayedarên Amerîkayê û yên hin welatên din, gelê Îranê hesta vê yekê dike ku dijmin bi dû kemîn û dijminatîyê ye, lewma bi alîkarîya Xwedê teala, pişkdarîya gel li meşa roja 22`yê Behmenê ya îsal dê ji berê gurrtir û pirrcoştir be û dê her kes pişkdar bibe.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, Inqilaba Islamî rastîyeke zindî zanî û bi pêgirîya ser vîya ku dewam û qahîmbûna inqilabê di roja îro de zêdetir ji ya rojên wê yên destpêkê de ye, got: Inqilabî û şoreşgêrên roja îro ji yên rojên destpêka Inqilaba Islamî berxwedêrtir, zanetir û agahtir in lewma, Inqilaba Islamî li pêş ketîye û kemilîye.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha `` berxwedana li hemberî zilim û fesadîyê li asta navnetewî û riswakirina zalim û fasidan`` ji wan sîyasetên isûlî bi nav kirin û pêgirî kir: Roja îro hikûmeta Amerîkayê hikûmeta herî zilimker û dilreq li cîhanê ye ku heta xirabtir ji DAIŞ`yên hov e.

Hezretê ayetulah Xaminêyî ev mijara bi bîr xist ku DAIŞ bi destê amerîkîyan hat pêkanînê û serokomarê niha yê Amerîkayê dema propaganda rikeberîyên hilbijartinan bal kişand ser wê û got: Amerîkîyan bilî damezirandina DAIŞ`ê pişta wê girtin lê dewleta Amerîkayê li propaganda di asta navnetewî de idiaya piştgirîya ji mafên mirovan, mezlûman û yên heywanan dike ku divê bi gotina rastîyan, ew bên riswakirin.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî piştgirîya ji zilma heftê salan a li gelê Filistînê û herwiha piştgirîya ji kuştina gelê Yemenê û zilma li wan tê kirinê mînakên aşkira yên zilma amerîkîyan zanîn û got: Gelê Yemenê û binesazîyên vî welatî hemî rojan ji hêla hevpeymanên Amerîkayê û bi çekên vî welatî tên bombebarankirin lê dewleta Amerîkayê tu nerazîbûnekê nîşan nade û sersarîyê dike lê bi çavsorî û bêşermîyeke tam bi nîşandayîna çend pirtî hesinan, idiaya pûç a şandina mûşekan ji Îranê hilêdixin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bal kişande ser mînakeke tevlîbûn û berxwedana Komara Islamî ya Îranê li bûyerên navçê û got: `` Li mijara berxwedana li devera rojavaya Asyayê, amerîkîyan biryar dabûn berxwedanê kokbirr bikin lê me li ber xwe da û me got ku em rê nadin, roja îro jî ji bo hemî dinyayê hatîye selimandin ku Amerîkayê dixwest û nekarî lê me xwest û karî.``
..........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018