Rejîma Alê Xelîfê daraza dadgehê ya Şêx Îsa Qasim li paş xist

  • Kodê Nûçe : 828445
  • Çavkanî : Abna
Brief

Dadgeha Behreynê ragihand ku daraza dadgehê ya Ayetullah Şêx Îsa Qasim taloqî 31`ê Gulanê hatiye kirin.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, danişîna dadgeha Behreynê ya ji bo ragihandina daraza li dijî rêberê dînî yê Şiîyên vî welatî Şêx Îsa Qasim hate taloqkirin.

Çavkanîyên Behreynî diyar kirin ku dadgeha Behreynê, 31`ê Gulanê wek tarixa celseya ragihandina daraza Ayetullah Şêx Îsa Qasim îlam kiriye.

Daneşinîna dadgehê ya ji bo xwadina hukmê dosyeya Ayetullah Îsa Qasim, li gel bergirî û tedbîrên dorfereh ên ewlehîyê li vî welatî hat lidarxistin.

Endamê payebilindê Meclîsa Alimên Behreynê Şêx Muhamed Hesen Xocestê te`kîd kir: Paşve xistina daraza Şêx Îsa Qasim ji hêla dadgegê ve tê wateya berdewama darizandina Şêx Îsa Qasim û hemû Şiîyên Behreynê û ji me re vê peyamê dihewine ku rejîma serdest hêj Şiîyan dike hedef û ev tevgera wan ya niha tenê paşve xistina daraza li dijî Şiîyan e.

Wî her wiha ji Alê Xelîfê xwast ku aqilane tev bigerin û got: Bangewazîya me ji rejîma Alê Xelîfê re ev e ku li eqlê xwe vegerin û darizandina Şêx Îsa Qasim îptal bikin û lêborîna xwe ji wî bixwazin. Her wiha em ji wan dixwazin ku vegerin ser maseya giftûgoyan û welêt ji qeyrana heyî derxin der.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam