Rejîma Siûdî, bi dû kawilkirina gundê jidêbûna Şêx Nemir li Erebistanê ye

  • Kodê Nûçe : 829077
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Hêzên ewlehiyê yên Erebistanê, roja çarşemiyê bi êrişa ser gundekê li rojhilata vî welatî, çend mal kawil kirin û du kes ji xelkê vê navçeyê jî kuştin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Nebe`yê, hêzên ewlehiyê yên Erebistanê, bi mihaneya nûjenkirinê, êriş birine ser gundê El Mesûre li bajarê şîenişîn ê El Ewamiyê li rojhilata Erebistanê û welatiyekî erebistanî û welatiyekî Hindûstanê kuştin. Di encama vê êrişê de çend kes birîndar bûn. Hêzên Siûdî di eynî demê de pêşiya vê yekê girtin ku pizişk û tîmên alîkarîgihandinê bikevine gundê El Mesûrê. Li gorî nûçeyan hzêên Siûdî ji mêdyayê xwestin ku qet nûçeyên êrişa ser vê gundê neweşînin.

Gundê El Mesûre  ketiye bajarê El Ewamiyeyê û cihê jidêbûna Şêx Nemir Baqir El Nemir, ruhaniyê şîe yê erebistanî ye ku bi tawana xweçêkirî ya kiryara dijî welêt hate darizandin û li meha Çileya sala 2016`an, îdam bû.

Ev gunda bi mehan e ku bûye sîmbolek jibo dewama têkoşîna şîeyan li rojhilata Erebistanê. Hêzên ewlehiyê yên rejîma Siûdî heya niha çend caran êriş birine ser vê gundê kevnar û gellek malên wê kawil kirine.

Rayedarên Siûdî îdia dikin divê gundê El Mesûre, bona sekinîna li hember bêewlehîtiyê bi awayekî demlidest kawil bibe. Gellek ji saziyên sivîl bi rexneya ji êrişa hêzên Erebistanê ser vê gundê, vî karî kiryarekî neqanûnî dan zanîn.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam