Rêberê Înqilaba Îslamî:

Rejîma Siyonîstî li dû pêkanîna Îsraîla nû li navçê ye

  • Kodê Nûçe : 858517
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Serokkomarê Tirkiyê û taxiam pê re bi rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anîn.

Serokkomarê Tirkiyê û taxiam pê re bi rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anîn.

 Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî êvara  çarşemiyê li hevdîtina  Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê, ser pêwîstiya  zêdekirina hevkariyên aborî yên du welatan teqez kir û hevhatin û hevkariya navbera Îran û Tirkiyê û meselên giring ên cîhana Îslamê pir giring û bibandor da zanîn û bal kişand ser berjewendiyên  Emerîka û Rejîma Siyonîstî ji lidarxistina giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê û destnîşan kir: Meriv nikare baweriya xwe li Emerîka  û hêzxurtên  biyanî bîne ku li dû avakirina Îsraîleke nû li navçeyê ne.

 Wî bal kişand ser pêwîstiya  berfirehkirina  hevkariyên aborî yên du welatan û got: Mixabin  tevî hebûan zirûfên  zav, asta hevkariyên  aborî li çend salên buhurî  wisa pêş neketiye û divê li vê barê, hîn zêdetir  hewlê bidin.

 Wî di dewamê de lidarxistian giştpirsiyê li Herêma Kurdistana Iraqê weke îxaneta li navçeyê û sedema  tehdîdkirina siberoja wê da zanîn û bal kişand ser dûhatên demdirêj ên vê kiryarê jibo  welatên cînar û teqez kir: Îran û Tirkiye  divê li hember vê buyerê, her karekî ku dikarin bikin û divê dewleta Iraqê jî li vê barê bi micidî biryarê bide û tev bigere.

 Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser hewldana dijminan jibo mijûl û sergerimkirina  Îran û Tirkiyê û dûrkirina  her du welatan ji meselên giring ên navçeyê û got: Hêzxurtên biyanî û bi taybet Rejîam Siyonîstî li dû pêkanîna  Îsraîleka nû li anvçeyê û pêkanaîna  amûrekê jibo çêkirina bêtifaqiyê ne.

 Wî teqez kir: Divê bi nihêrîneke  demdirêj û stratejîk li buyerên vê dawiyê, birayrên cidî û demlidest bidin  bi kirayreke hevgirtî li hember vê meselê rawestin.
...............
300



Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam