Revîna malbatên DAIŞê ji bakurê parêzgeha Selahedîna Iraqê

  • Kodê Nûçe : 852179
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Hevgavê nêzîkbûna dema operasyona azadkirina Şerqatê li parêzgeha Selahedînê, li bakurê Iraqê, malbatên endamên DAIŞê bi şev ji vê navçê direvin.

Li gorî rapora Sûmeriye Newsê, çavkaniyeke xwecî li parzêgeha Selahedînê îro yekşemê got: Azadkirina tam a Teleferê  derbeyeke giran li serkirde û endamên çekdra ên DAIŞê xistiye û ew neçar mane birevin.

Perava çepê ya bajarê Şerqatê ji Tîrmeha 2014an  heya niha  di kontrola  terorîstên DAIŞê deye û niha hêzên ewlehiyê yên Iraqê xwe jibo azadkirina wê ji lepên DAIŞê amade dikin.

 Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê vê dawiyê bi daxûyaniyekê serketina dawiyê ser DAIŞê li Teleferê raghand.

Di eynî edmê de  Qeterî El-Ubeydî fermandê hêzên  gelanî yên eşîrên taxa El-Bexdadî li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê li bara kuştina 22 endamên  koma  tekfîrî ya DAIŞê li encama êrişên  hewayî li rojava  vê parzêgehê û têkbirina heft ttrimbêlên wan a agahî da.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*