Rojhejmêra Înqilabê; 3ê Sibata 1979an

Rojhejmêra Înqilabê; 3ê Sibata 1979an

Îro 3ê Sibatê û sêyem roja deheya Fecra Înqilaba Îslamî ya Îranê ye û li bernameya îro em ê rûdanên girîng ên vê rojê di sala 1979an da vebêjin. Rûdana herî girîng a îro cihanîna soza yekem axaftina xîmdarê Înqilaba Îslamî li warê damzirandina dewletê bû. Îro duyem bernameya taybet a Çileya Înqilabê bi nêrînekkê li ser rûdanên girîng ên vê rojê ji rojên gurr û çarenûssaz ên tevgera gelanî ya Îranê pêşkêşî we dikin.

Kedkarên wezaretxane û rêvebiriyên cûrbicûr, wezîr û rêvebirên dewleta Bextiyar nedihiştin cihê karê xwe.

Artêş roj bi rojê li hemberî gel lawaztir dibû. Hejmara leşkerên revyayî bi taybet bi vegeriyana îmam Xumêynî (RE) bi awayekî berbiçav zêde bbû.

Cewad Şehristanî (Şaredarê Têhranê) yekem berpisê dewletê bû ku di vê rojê da hat dîtina îmam Xumêynî, destkişandina xwe ji akr radestî wî kir; Lê dîsa ji aliyê îmêm va bû şaredar.

Bextiyar ku ji bihîstina vê nûçeyê û hitmala vê yekê ku ji aliyê kesên din va bibe mînak, tirsiyabû, li hevpeyivînekê got: "Vî kesî (Şehristanî) dosyeyeka vekirî li dadgehê heye û min ji dozger ra gotiye ku wê yekê bişopîne".

Di vê rojê da ji billî şaredarê Têhranê, berpirsên di grevê da yên tevahiya yekîneyên dewletî ji bo ragihandina sozdariya xwe bi îmêm ra hatin ba wî.

Li nav xevabûnên demdirêj ên bajêr, kedkar û mohendisên rêvebiriya elektrîkê bi her awayî rê li ber xevabûna elektrîka taxa parliamnê ku îmam li wir dima, digirtin.

Kedkarên destjiakrkişandî yên têlêvîziyonê şandêreka demkî ku karî navçeyeka berfireh ji Têhranê dabîn bike, bi rê xistin û ji wê demê va bi "Kanala Înqilabê" hatibû binavkirin.

malbata komeka hêzên firokevaniyê ku çend rojan beriya viya hatibûn girtinê, careka din li navenda dadweriyê ketin grevê.

Mêdyayên komkî ragihandin ku dewleta Amerîkayê pêwendiya xwe bi Şah ra birriye û heta Erdeşîr Zahidî, balyozê Şah ku gellek nêzikî Amerîkayê bû, nepejirandiye.

Konseya Înqilabê lîsteyek amade kir û birzê Mêhdî bazergan wek serokwezîrê demkî heta lidarxistina hilbijartina gelanî ya seranserî ji îmam Xumêynî (Re) ra da ansandin.

Li halekî ku kêf û şahiya bi boneya hatina hezretê îmam Xumêynî (Re) bo Îranê, hema wisa li seranserî welêt didoma, hezretê îmam Xumêynî (Re) li hevpeyivîneka çapemeniyê helwêstên pêşerojê yên Komara Îslamî ya Îranê hilêxistin û ragihand ku bi zûtî dewleta demkî ya Înqilabê dê damezirîne.

Îmam Xumêynî (Re) her wiha ji dewleta Bextiyar, serokwezîrê diyarkirî ji aliyê Şah ra hişyarî da ku heke serkutkirina xelkê bê domandin, ew ê hukmê cîhadê bide.

Bextiyar li hevpeyivîna bi Lomatinê ra got: "Carna sebr û hedar baştirîn rêbaz e û heke ayetullah Xumêynî bixwaze li bajarê pîroz ê Qumê dewleta xwe ya pêşniyrî damezirîne, ez ê rê bidime wî da ku dewletek weke Watîkanê damezirîne".

Bextiyar ragihand ku roja ayetullah Xumêynî li çareserkrina miajrên civakî û mezhebî dipejirîne".

Ragiahndina amadetiya 40 kes ji parlementeran bo destkişandina ji kar

Ragiahndina hevgirtina kedkarên serokwezîrtiyê bi Konseya Înqilabê

Kedkarên Firokevaniyê (Homafer) li şaristana Bêhbehanê derketin nav kolanan û li dijî rêjîma Pehlewî û bi nîşana piştevaniya ji Îmam Xumêynî dirûşme dan.

malbatên komek ji Homaferên ku hatibûn girtin, ji nû va li ber avahiya dozgeriyê ketin grevê.

Yasir Erefat bi peyamekê ji îmêm ra got: "Encamên serketina gelê Îranê dê li sînorên wî welatî nemînin".

Pêşniyara serokwezîrtiya mohendir Mêhdî Bazergan li civîna êvara roja 3ê Sibatê ji îmam Xumêynî ra hat ragihandin. Civîna vê konseyê bi amadebûna hezretê Îmam Xumêynî û endamên Konseya Înqilabê hat lidarxistin. Piştî behs û hilkolandina dubare, li ser pêşniyara endamên Konseya Înqilabê û erêkirina îmêm, mohendis Mêhdî Bazergan wek serokwezîrê dewleta demkî hat bijartin.
..........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018