Rûsiya neyarê xwetêkeliya eskerî ya Tirkiyê bo nav Efrîna Sûriyê ye

Rûsiya neyarê xwetêkeliya eskerî ya Tirkiyê bo nav Efrîna Sûriyê ye

Karnasekî siyasî yê Tirkiyê ragihand ku Rûsiya neyarê xwetêkeliya eskerî ya Tirkiyê bo nav Efrîna Sûriyê ye.

Bekir Atacan Karnasekî siyasî yê Tirkiyê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona El-Hedes li bara gotûbêjên di navbera Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê û Velademîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyayê li Enqerê got: ``Li vê hevdîtinê her du aliyan li bara meselên curbicure Sûriyê axivîn``.

Wî got: ``Demeka dirêj bû ku di navbera Enqerê û Moskovayê li ser Sûriyê hinek hevhatin çê bibû lê rastî ev e ku hîn jî li ser hin babetên wekî Efrînê di navbera du welatan da neyarî hene``.

Bekir Atacan ragihand ku ``Tirkiye dixwaze têkeve nav Efrînê lê Rûsiya bi tundî neyarê vê siyaseta Tirkiyê ye``.

Wî got: ``Ji aliyê dinve Rûsiyayê hinek soz dane PYD`ê û kurdên Sûriyê li ser Efrînê``.

Bekir Atacan ragihand : ``Helbet hevahengiyên cur bi cur di navbera Rûsiyayê, Amerîka û Tirkiyê li bara meselên navçê hene û hema li vê çarçîvê Rûsiyayê sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 daye Tirkiyê``.
.............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018