Rûsyayê, gêrkirina balafira Sûriyê ji hêla Amerîkayê ve wek binpêkirina rêziknameya NY`ê binav kir

  • Kodê Nûçe : 838219
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Wezareta Karên Derve ya Rûsyê, ragihand: Jordaxistina balafira Sûrî ya Su-22 ji aliyê balafirên cengî yên hevalbendiya Amerîkî, binpêkirina rêziknameya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ye û divê li ser wê lêkolîn werin kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Komara Îslamî (IRNA), Sêrgêy Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê, bi rexneya ji jordaxistina vê balafira cengî ya Sûrî ji aliyê balafirên cengî yên hevalbendiya Amerîkî, li ser pêwîstiya rêzgirtina li mafê hakimiyeta Sûriyê, pêgîrî kir.

Lavrov got: Li ser rewşa meydanî ya Sûriyê, em li ser vê bawerê ne ku divê bi awayekî tam, rêz li mafê hakimiyet û yekperçetiya axa vî welatî, wisan ku li biryarnameya 2254`an a konseya Ewlehiyê ya NY û belgeyên din hatiye pêşbîbîkirin, were girtin. Wî got: Her cure kiryarên li meydana şerrê li Sûriyê ji wan operasyona leşkerî, divê bi Şamê re hevaheng bibe.

Marya Zaxarova, berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê jî li berteka li hember jordaxistina balafira rûsî ya Soxo-22`ê ji aliyê balafirên cengî yên hevalbendiya amerîkî ve got: Aliyê ûris, van kiryaran binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî û mafê hakimiyetê û yekperrçetiya axa Sûriyê û bêrêziya li rêziknameya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî dizane.

Zaxarovayê got: Moskova li ser cihanîna lêkolînên deqîq ên fermandetiya leşkerî ya Amerîkayê li bara vê bûyerê û tivdîrên pêwîst jibo pêşîlêgirtina ji dubarebûna rewşeka wiha pêgîrî dike.

Wê wekî mînakeka din a binpêkirina qanûnên navneteweyî li Sûriyê ji aliyê hevalbendiya ser bi Amerîkayê ve, bal kişande ser bicihbûna hêzên zêdetir ên vî welatî ji wan sîstima topxane û reşaşeyê li navçeya El Tenefê li başûrê vî welatî û got: Mijara zêdekirina leşkeran li navçeyên başûrê Sûriyê û binpêkirina pîvanên navneteweyî, niha li rojevê ye.

Balafireka Soxo- 22`an a hêza hewayî ya Sûriyê, yekşemiyê bi şev li navçeya Resafeya li 30 kîlometriya başûrê rojhilata Reqê, kete ber êrişa hêzên amerîkî û jorda ket.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam