Şahrêya li navbera Şam û Dêyrezorê ket bin ewlehiya kamil / Li navbera Hums û Hemahê jî dorpêç li DAIŞê tengtir dibe

  • Kodê Nûçe : 853634
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Çavkaniyên nûçeyan ên sûrî qala pêkhatina ewlehiya tam li rêya Dêyrezorê ber bi Şamê va û şidyayîbûna xeleka dorpêça têrorîstên DAIŞî navbera Hums û Hemahê kirin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê ji Dêyrezorê, rayedarekî leşkerî qala pêkhatina ewlehiya tam li rêya Dêyrezorê ber bi Şamê va û şidyayîbûna xeleka dorpêça têrorîstên DAIŞ`î navbera Hums û Hemahê ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê kir.

Ev serketin li pey tevlîbûna hêzên pêşeng ji navçeya Şewlayê digel hêzên bicihbûyî li navçeya panoramayê li rojavaya Dêyrezorê pêk hat.

Li gorî nûçeyeke din ji Sûriyê, artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman Çiyayên Serdeya 1, 2 û 3 li başûrê bajarê Dêyrezorê li pey opêrasiyona dijî têrorîstên DAIŞ`ê ji du bereyên Panorama û Meydana El Tîmê paqij kirin ku di encamê da hejmareke DAIŞ`iyan hatin kuştin.

Li derdora Humsê jî hêzên artêşa Sûriyê, gundên Resma Tewîl, Um Sac û Xerbeya Sebieyê û girê Seryatîlê li başûrê Qeriyê li derdorta rojhilatî azad kirin û bi vî rengî xeleka dorpêça çeteyên DAIŞ`ê navbera rojhilata Hemahê û Humsê tengtir bû.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*