Şahrûdî: Serketinên li Iraqê cîhan matmayî kir

  • Kodê Nûçe : 852510
  • Çavkanî : Abna
Brief

Serokê Konseya Teşxîsa Mesleheta Nîzamê Haşim Şahrûdî, azadkirina bajarên Mûsil û Tilaferê yên Iraqê ji dakirkerîya DAIŞê li serokwezîrê vî welatî pîroz û got: “Serketinên li dûy hev ên li Iraqê cîhan matmayî kir”.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Serokê Konseya Teşxîsa Meseleheta Nîzamê Ayetullah Haşim Şahrûdî, di hevdîtina ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî de daxuyandin ku serkeftinên li pêyî hev ên li Iraqê cîhan heyîrî hiştîye û firsend ji dijminên Iraqê û gelê vî welatî standîye.

Serokê Konseya Teşxîsa Meseleheta Nîzamê Haşim Şahrûdî, azadkirina bajarên Mûsil û Tilaferê ji dakirkerîya DAIŞê li serokwezîrê vî welatî pîroz kir û lê zêde kir ku serketinên peyapey ên li Iraqê yên ku bi saya yekîtîya gelê Iraqê pêk hatin, cîhan matmayî kirin û rê li ber dijminên vî welatî girtin.

Haşim Şahrûdî bal kişand ser piştgirîya kamil a Komara Îslamîya Îranê ya li dewleta Iraqê di tinekirina terorîzmê, azadkirina hemû deverên li bin dakirkerîya DAIŞê, pêkhatina armanca gelê vî welatî di warê avakirina yekîtîyê, îstiqrar, ji nû ve zazkirin û geşedanê de.

Serokwezîrê Iraqê jî di pêşwazîya xwe ya ji bo Ayetullah Şahrûdî û heyeta pê re, yekîtî û yekparetîya gelê Iraqê wek remza serketinê li hemû enîyan li qelem da û bi bîr xist: “Em ê her wisa bi ezm, îrade û hêza xwe û bi saya gelê Iraqê û hêza wan di rêya serketinê de bi pêş ve biçin”.

Îbadî di beşeke din a gotinên xwe de bal kişand ser ku: “Em di rojên bişeml û serbez re derbas dibin û ev rojene di saya hêzên qehreman û mêrxas ên ji komên cihêreng û her wiha bi saya fedakarî û piştevanîya merceê qedrbilindê Iraqê Ayetullah Sîstanî diqewimin”.

Wî li dawîyê ligel pêşwazîkirina heyeta Îranî û bilivkirina kêfxwaşîya xwe ji ber asta têkilîyên di navbera her du welatan de, qedrzanîya xwe ji ber piştgîriya Tehranê li Bexdayê di têkoşîna li terorîzmde de anî zimên.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*