Şemxanî: Alê Selman karxaneya herî aktîv a hilberandina terorîstan li Erebîstanê ava kiriye û bi rê ve dibe.

  • Kodê Nûçe : 818452
  • Çavkanî : Abna
Brief

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, bal kişand ser hewldan û daxuyaniyên propagadayî yên hin rayedarên bêtecrube û nûkar ên Suûdî û got: Alê Selman li cîhanê sazgeha herî çalak a perwerdekirina terorîstan li Erebîstanê saz kiriye û bi rê ve dibe.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, nûnerê Rêberê Înqilaba Îslamî û Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî got: Rêveberiya Emerîkayê û rêveberên xanedana Suûdî ne tenê di riya têkoşîna li dijî terorîzmê de ti hewldanekê encam nadin, her wiha bi nêzîkatîyeke pişgîrane rê ji geşbûna xebatên wan re jî vedikin.

Şemxanî bi amajekirina hewldan û daxuyanîyên bêqîmet û propagandîst yên hin rayedarên bêtecribe û nûkar ên Suûdî ku bi bezîna ber bi pêş ve dixwazin xwe ji bin berpirsyarîya piştgirîyên berfireh ên rejîmê li terorîzmê kirine derxin, anî zimên: Xanedana Selmanî li cîhanê sazgeha herî çalak a perwerdekirina terorîstan li Erebîstanê saz kiriye û bi rê ve dibe.     

Wî, dolarên petrolê yên Suûdî wek destekker û piştvanekê dazanînên li ser bingeha kîn û tundî û cînayetê binav kir û wiha pêde çû: Mirovên pelçiqî û kêmxistî, muxatabên sereke yên îdeolojîya vehabîyetê ne û li dawîyê dibin terorîstên tekfîrî û bi nîşana Suûdî, îxracî cîhanê têne kirin.

Şemxanî lê zêde kir: Ligel agehdarî û kerxa raya giştî ya cîhanê li hemberî mahîyeta rejîma Alê Selmanî û dewra wê ya di pêkanîn û berfirehkirina terorîzma tekfîrî li diyayê, lê dîsa jî rêveberîya nû ya Emerîkayê ne tenê li dijî sîyasetên dewleta Suûdî dernakeve, heta destekê jî didê.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiyê, her cure hêza leşkerî ya derveyî ya ku bêyî destûra rêveberîya Sûriyê were vî welatî, wek sembola dagirkeriyê û hevtayê piştgirîya unsûrên terorîst wesifand û got: Valabûna destê muxalefetê di warê sîyasî û qadê de û tinebûna meqbûlîyeta wan ya civakî bûye baîs da ku rêber û hamîyên wan yên sereke berî xwe bidin destlêwedana serrast û dakevin qada şer.         


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*