Hişyarî derbareyê maceraperestîyên Washingtonê li Sûriyê

Şemxanî: Tevgerên derî eqlî yên Amerîkayê li Sûriyê, lîstina bi agir re ye.

  • Kodê Nûçe : 839392
  • Çavkanî : Abna
Brief

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê derbareyê encamên teşebusên yekalî yên Amerîkayê û binpê kirina bingehên hiqûqa navneteweyî û serwerîya neteweyî ya Sûriyê hişyar kir û got: Bêguman tevgerên bêaqilane û maceraperest ên Amerîkayê li Sûriyê, mînaka berbiçav a lîstina bi êgir e.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê îdîayên Amerîkayê yên li ser mebesta Şamê ya bikar anîna çekên kîmyewî, wek îdîayên pûç ên ji bo rawestîna li hember pêşketinên diyarker ên artêşa Sûriyê, da zanîn û got: Tevgerên derî eqlî yên Amerîkayê li Sûriyê, mînaka berbiçav a leyîstina bi agir e.

Elî Şemxanî di daxuyanîya xwe ya roja çarşemê de wiha dewam da gotinê: Ji nû ve bilivkirina îdîayên pûç û beredayî yên li dijî Sûriyê, berdewama plana Amerîkayê ye ku armanca wê, veşartina têkçûnên domdar ên enîya terorîzmê û rawestîna li ber pêşketinên diyarker ên artêşa Sûriyê ye.

Nûnerê Rêberê Înqilaba Îslamî û Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, amaje pê kir ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî divê li ser van îdîayên ji hêla Amerîkayê ve hatine rojevê raweste û diyar kir: Ger rêveberîya Amerîkayê di îdîayên xwe semîmî û durist be, divê agehîyên têkildarî mijarê radestî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bike da ku ligel hevkarîya dewleta Sûriyê, bi awayeke bêalî werin piştrastkirin.

Şemxanî ligel bibîrxistina êrişa derî qanûnî ya Amerîkayê ser axa Sûriyê û her wiha hedefgirtina baregeha hewayî ya Şeiratê bi hênceta bikar anîna çekên kîmyewî ji hêla Sûriyê ve wiha pêde çû: Îran û Rusyayê piştî vê bûyerê, bi awayekî fermî daxwaz kirin ku ji bona îdîayên hatî rojevê ji hêla Amerîkayê ve bêne lêkolîn kirin, heyeta diyarkirina rastîyê ya navneteweyî were şandin. Lê Washingtonê ji bo ku pûçbûna van îthaman ên li dijî Sûriyê hatine rojevê neyê eşkerekirin, nehîşt ku ev yek pêk were.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, derbareyê encamên teşebusên yekalî yên Amerîkayê û her wiha binpê kirina prensîbên hiqûqa navneteweyî û serwerîya neteweyî ya Sûriyê hişyarî dan û wiha lê zêde kir: Bêguman tevgerên bêaqilane û maceraperest ên Amerîkayê li Sûriyê, mînaka berbiçav a lîstina bi êgir e. Qada leşkerî ya li Sûriyê dê êrişkarîya tekalî ya Amerîkayê bi ser Sûriyê de û rûbirû nebûna bi reaksîyona ji hemeber ve, biguherîne.

  

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*