Serdar Dêhqan hişyar kir:

Heger Erebîstan şer bikşîne nav axa Îranê, ji bilî Mekke û Medînê, emê ewlehîyê li ti devereke din ya vî welatî nehêlin

  • Kodê Nûçe : 828643
  • Çavkanî : Abna
Brief

Wezîrê Parastinê yê Îranê, pirsa “Gelo Erebîstan dikare şer û pevçûnê belavî nav xaka Îranê bike?” bersivand û got: Suûdî guman dikin hêza wan ya hewayî ev qas heye ku bikaribin kareke wiha bikin. Ez li wan tewsiye dikim ehmeqîyeke wisa nekin û heke bêeqlîyeke bi vî rengî bikin, ji zihn dûr e ku ji bilî Mekke û Medîneyê cîyekî din baqî bimîne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Wezîrê Berewaniyê yê Îranê diyar kir ku ger Erebîstana Suûdî li dijî Îranê bikeve nav ehmeqîyekê, ji xeynî Mekke û Medînê emê ewlehîyê li deverên din ên vî welatî nehêlin.

Serdar Hiseyn Dêhqan di reportaja xwe ya li gel kanala televîzyona el-Menar a Libnanê hişyarî da Riyazê û eşkere kir: Quretî bûye baîs da ku gotinên wiha bênîn ser zimên ku bi xwe jî jê fêm nakin. Tenê karê ku ji destê wan tê û dikarin bikin, tehrîk kirina Netenyahu li dijî Îranê ye, heta tehrîka wan ya di eleyhê gelê Behreynê de jî nekarî vî gelî ji doza mafê xwe yê rewa paşve bixe; ne gardiyan û zîndanbana, ne serjêker û celada û ne jî dorpêç kirina Ayetullah Îsa Qasim kesê herî bijare yê vî welatî, nekarî îradeya vî gelî sist bike.

Wî di vê reportajê de ku hin beşên wê hatin weşandin, gotina xwe wiha dewam kir: Îro em dibinîn ku Erebîstana Suûdî heya sînorê xetimînê pêşve çûye û heta gihaye sînorê şalûsî û çaplûsîya ji bo Netenyahu. Wateya vê reftarê dikare çi be? Çima li dijî devereke ku gelê wê rabûne pîya û naxwazin teslîma wehabîyet û selefîtîyê bibin dest avêtine tehrîkê? Çima li dijî vî gelî û ji bo ku ev gel were serkutkirin pere û çekan dişênin?

Serdar Dêhqan wiha lê zêde kir: Deshilatdarên Suûdî divê erk û berpirsyarîya xwe binasin û bersiva vê pirsê bidin: Berjewendîyên umeta Îslamî çi têkilîya xwe bi yekîtîya li gel Îsraîl û Amerîkayê re heye? Gelo radestî Amerîkayê kirina herêmê, ji bo misilmanan ewlekarîyê tîne? An xerçkirina xatemwar ya beytulmalê misilmanan ji bo şêwandina pergaleke têkçûyî ya qraliyetê, hewldaneke di çarçoveya xizmeta misilmanan de ye?

Wezîrê Parastinê yê Îranê got: Me ti caran hewl nedaye ku ti welatekî erebî û misilman dagir bikin, berê jî em wisa bûn û li dahatûyê jî emê wisa bin. Ew îro wer bawer dikin ku dikarin hêza xwe li hember miletan bi taybet jî li hemberî umeteke resen û mezin ya mîna miletê Îranê nîşan bidin. Li gorî ditîna min, ew bi xwe jî nizanin çi dibêjin û sedamê vê yekê jî nezanî, quretî û bêtecrubetî ye. Îro raya giştî ya cîhanê li dijî hewldanên derî mirovane yên Erebîstanê li Yemenê bûye yek deng. Di şert û mercên wiha de Amerîka çi dikare ji bo wan bike?

Wî lê zêde kir: Suûdîyan çendîn car şerê li gel Yemenê tecribe kirine û cara ewil nîne ku bi vî welatî re şer dikin, ev şerê wan ê çaremîn e ku bi gelê Yemenê re dikin. Ew di sê şerên borî de têk çûn û vê carê jî dê gelê Yemenê destûrê nedin ku pergala wehabî ya Suûdî li ser vî welatî serdest bibe.

Li dewama reportajê, nûçegihanê el-Menarê pirsî: Gelo hêza Erebîstanê heye ku şer belavî nav axa Îranê bike? Serdar Dêhqan bersiv da vê pirsê û got: Ez tênagihîjim çiwa dixwazin karekî wiha encam bidin, wer guman dikin ku hêza wan ya hewayî hewqas heye ku bikaribin karekî wiha bikin. . Ez li wan tewsiye dikim ehmeqîyeke wisa nekin û heke bêeqlîyeke bi vî rengî bikin, ji zihn dûr e ku ji bilî Mekke û Medîneyê cîyekî din baqî bimîne.

Wî amaje bi çareserîya qeyrana li herêmê kir û got: Çareserîya pirsgirêkê hêsan e; di gava ewil de divê Erebîstan ji Yemenê derkeve; di gava diyem de pêwîste Erebîstan midexeleya karên navxweyî yên welatên Îslamî neke; di gava sêyem de divê pergala ewlekarîya girseyî li navçê bê pejirandin û hêzên navneteweyî ji navçê werin derxistin; û di gava çarem de divê mafê miletan yê diyarkirina çarenûsa xwe bête nasîn. Avêtina van gavan dikare rê li ber çareserkirina pirsgirêkên navçê veke.

Wezîrê Berewaniyê yê Îranê lê zêde kir: Îro Îsraîl di şert û mercên xwe yên herî baş de ye û ew DAIŞê li dijî misilmanan diengîzine û ber dide canê wan da ku bi vê riyê ewlehîya xwe dabîn bike. Çiwa ku hêza misilmanan heder dike û hewl dide tehdîdên heyî yên li dijî xwe ji nav bibe.

Wî her wiha got: Îsraîl dema êrişî deverekê dike, di rastîyê de vê peyamê ji nûnerên xwe yên terorîst re dişîne ku netirsin û em li pişt we ne. Riya îstîqrar û bicîbûna ewlehî û aştîyê li navçê di du tiştan re derbas dibe:

Yek, divê Îsraîl li gel vê pêvajoya ku bi pêş xistiye xwe nexe nava pergala herêmê û riya vê yekê jî hêsan e; Filistînî divê vegerin ser erdê xwe û gelê Filistînê bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Her tiştê ku gelê Filistînê hilbijêre em jî dê wî tiştî qebûl bikin.

Du, hêzên midaxeleker divê ji herêmê dûr bibin û xwe jê vekşinin. Hêzên herêmê û gelê wê dizanin çiwa bi hev re û li kêleka hevdu bijîn.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam