Seredana hin rêvebirên kurd ên sûrî bo Şamê ji bo muzakireya digel hikûmetê

Seredana hin rêvebirên kurd ên sûrî bo Şamê ji bo muzakireya digel hikûmetê

Şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi merema danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re gihîşte Şam paytexta vî welatî.

Li gor medyayên nêzîkî hikûmeta Sûriyê, desteya kurdan  ji Seroka Desteya Kargêrr a Konseya Sûriyeya Demokratîk,  Îlham Ehemd û endametiya Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan û 3 berpirsên din ên Bakurê Sûriyê pêk tê.   

Seroka Desteya Kargêrr a Civata Sûriyeya Demokratîk  Îlham Ehemdê li hevpeyvîna digel kanala Rusia Al Yewmê têkildarî seredana desteya kurdan bo Şamê got ku armanca vê desteyê danûstandinan bi hikûmeta Sûriyê re ya di warê siyasî û leşkerî de ye.

Serdana vê şanda MSDê di demekê de ye, ji nêzîkî mehekê ve ye berpirsên MSD, TEV-DEM, PYDê radigihînin ku ew amade ne bê merc danûstandinan bi hikûmeta Sûriyê re bikin.

Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk herwiha ragihand ku hin desteyên hikûmeta Şamê jî vê dawîyê seredana bakura Sûrîyê kirine û bi berpirsên kurd re hevdîtin pêk anîne ku ew hevdîtin erênî bûne. Niha nêzî sedî 27`ê axa Sûrîyê di bin kontrola HSD da ye ji wan bîrên niftê yên girîng ên vî welatî.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018