Serokomarê Iraqê gotegotên li bara Îranê derew zanîn

  • Kodê Nûçe : 837781
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Serokomarê Iraqê tevî retkirina her cure zexta Îranê ser biryardayînên li Iraqê, nêrîna welatên cînar têkildarî lidarxistina giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê girîng zanî.

Serokomarê Iraqê tevî retkirina her cure zexta Îranê ser biryardayînên li Iraqê, nêrîna welatên cînar têkildarî lidarxistina giştpirsîya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê girîng zanî.

Fuad Meisûm îro li hevpeyvîna ligel kanala nûçan a Rûdawê, her cure zordayîna Komara Islamî ya Îranê ser biryardayînên li Iraqê ret kir.

Wî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê sîyasetên xwe hene û Iraqê jî sîyasetên taybetî xwe hene û peywendîyên di navbera her du welatan a kûr û berfire ne lê eva nayê vê wateyê ku Iraq girêdayîyê sîyasetên Îranê ye û piştgirî daye hemî helwestên Îranê.

Serokomarê Iraqê li bara giştpirsîya ku biryar e di 25`ê Îlonê da li bara serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê bê lidarxistinê jî got: Meseleya serxwebûnê tenê giştpirsî nîne belkî divê komeke kar bên berçavgirtinê ku wer xûya dike heta niha ti piştgirîyek ji hêla welatên cînar va di vî warî da pêk nehatîye.

Wî pişkdarîya xurt a kurdan li hilbijartinên parlimanî yên pêşerojê li Iraqê girîng nirxand û got: Heke pişkdarîya kurdan li wan hilbijartinan xurt nebe, yê derîyên destwerdana herêmî li karên navxweyî yên Herêma Kurdistana Iraqê vebin.

Serokomarê Iraqê li bara hêzên Heşdi Şeibî jî got: Heşdi Şeibî encama rewşeke awarte bû û gellek deverên Iraqê li ber gefa DAIŞ`ê bûn û pêwîst bû ku li hemberî têrorîstan, her kes rahêje tifingê.

Fuad Meisûm di bersiva pirseke din têkildarî bicihbûna hêzên Heşdi Şeibî li beşeke Şingalê li rojavaya Mûsilê jî got: Li bara Şingalê rayedarên vê herêmê berpirsê birêvebirina vê deverê ne û mafê ti hêzekê nîne li wir bimîne.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*