Serokomarê Tirkîyê, fatûreya Îraqê ji Îranê re birî.

  • Kodê Nûçe : 821968
  • Çavkanî : Abna
Brief

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoxan, telvî bernameyeke televzîyonê bû û li ser rojevê daxuyanî dan. Erdoxan di daxuyanîyên xwe de ji rûdanên li Îraqê diqewimin Îran tewanbar kir û îdîa kir ku li Îraqê li gorî mezheb û li ser bingeha “neteweperestîya parisî ” mêtinkarîyek heye.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayip Erdoxan beşdarî bernameya zindî ya televîzyona NTVyê bû. Erdoxan di axaftina xwe de bal kişand ser operasyana “Mertalê Firatê ” û rewşa Îraqê û wiha got: Beşa yekem ya vê operasyonê bi dawî hat. Qonaxa diyem û siyem ya vê jî dê hebe. Li alîyekî vê rûdanê, Îraq heye. Meseleya Tilafer û Şingalê heye, li van deran xizm û hemnîjadên me hene. Li Musilê hemnîjadên me hene. Li wir leşkerên me wek baregeh, xebatên xwe ji dest dan. Li vê baregehê xebatên perwerdekirina parêzvanan ên ku wek Mihafizên Neynovayê hatine bi navkirin, berdewam dike. Wek em dizanin Musil bajarek e ku bi piranî birayên me yên Ereb lê dijîn. Li baregeha me ya li Musilê tîmekî me heye ku hejmara xwe derdora 700`î ye û xebatên xwe yên li ser perwerdekirina Muhafizên Neynovayê didomînin. Wan li wir xebatên cîdî meşandin. Hin caran ji bo Peşmergeyan jî xebatên perwerdeyê hatin kirin.

Serokomarê Tirkîyê, Haşdî Şe’bî weke “rêxistina terorê” bi nav kir û got: Ev rêxistina terorê li parlemana Îraqê bû mijara dengdanê û weke “rêxistina neterorîst” hate pejirandin. Me gotibû heger ev rêxistin li vir were bikaranîn, dê tengasîyê biafrîne û bibe hêza tevgereke dakirker. Li Tilaferê 400 hezar Tirkmen hene. Dibe ku hin ji wan Sunnî bin û hin jî Şiî bin. Li Şingalê jî xebata avakirina Qandîleke diyem tê meşandin.

Erdoxan, careke din bi “neteweperestîya parisî” Îran tewanbar kir û îdîa kir: Li Îraqê mêtinkarîya li ser bingeha mezheb û “neteweperestîya parsî” tê bi pêş xistin.

Erdoxan, her wiha ameje bi bûyerên dawî yên li Kerkûkê jî kir û got: Em dizanin ku Kerkûk bajarekî Tirkmena ye (!). Karê ku Kurd li wir dikin hewldaneke dakirkirinê ye. Min ji Kurdan re got karê hûn dikin çewt e. Li vira divê Ereb, Tirkmen û Kurd, hûn tev bi hev re bijîn. Heger hûn bêjin ev bajar yê min e (!) dê bedêla vê yekê li paşerojê tiştekî cûda be.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*