Seyd Hesen Nesrullah: DAIŞ bi armanca ku xizmeta Îsraîlê bike hatiye damezirandin

  • Kodê Nûçe : 851099
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê koma têrorîst a DAIŞ`ê damezirandî ya bi destê Amerîkayê da zanîn û got: ``Ev koma têrorîst bi armanca xizmetkiirna li Israîlê hatiye damezirandin``.

Sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê, seyd Hesen Nesrullah êvara Duşemiyê li axaftinekê bi boneya azadkirina navçeyên sînorî yên Libnan û Sûriyê ji bni dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê got: ``Siyonîst bi taybet Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst ji bo têkçûnên DAIŞ`ê li Iraq, Sûriye û Libnanê hêstiran dirijînin``.

Erdên rojhilata Libnanê roja Duşemiyê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê hatin azadkirin. Dawîn otobûsa hilgirê têrorîstên DAIŞ`ê roja Duşemiyê, bilindahiyên Reis Beielbeka Libnanê terikandin.

Koma Têrorîst a DAIŞ`ê sibeya roja Yekşemiyê bi şidyayîbûna dorpêça ji aliyê hêzên Hizbullah û artêşa Libnanê, lihevkirina agirbesê pejirand û teslîmî hêzên Berxwedanê bû. Li ser esasa vê agirbesê, têrorîstên DAIŞ`ê wê bo Dêyrezorê li rojhilata Sûriyê bên veguehstin.

Roja Duşemiyê her wiha artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedanê karîn ku navçeya `Qelemûna Rojavayî` ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê derxînin.

Sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku roja 28`ê Tebaxa 2017`an divê wek Roja ``Azadkirina Duyem a Libnanê` were tomarkirin, bi bîr xist: ``Wisa ku azadkirina Libnanê di sala 2000`î da serê xwe girt û Rêjîma Siyonîst ji nav axa Libnanê hat derxistin, roja îro tu têrorîstek li nav axa vî welatî nemaye``.

Sikritirê giştî yê Hizbullaha Libnanê her wiha got ku serketina hêêzn Berxwedanê û artêşên Libnan û Sûriyê li hemberî têrorîstan, serketineke mezin ji bo navçeyê tê hisab.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*