Seyîd Hesen Nesrullah: DAIŞ hatiye dorpêçkirin / Gelê Libnanê bila li benda serketina nû bin

  • Kodê Nûçe : 850425
  • Çavkanî : Abna
Brief

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Derxistina DAIŞê ji sînorê rojhilatê Libnanê ji armancên êrişa li sînorê Sûriyê û Libnanê ye û karê DAIŞê li rojhilatê Libnanê li ber qedînê ye.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Seyîd Hesen Nesrullah roja pênçşemê danê şevê di axiftina xwe ya bi minasebeta operasyona leşkerî ya li dijî DAIŞê ya ku li rojhilatê Libnanê di nava çend rojên borî de li dar ket, “dûrxistina DAIŞê ji Libnanê armancek ji armancên vê operasyonê û destketineke zef girîng” li qelam da.

Wî di dewama axiftina xwe de daxuyandin ku armanceke din ya operasyona Cerûdê li Ersalê, diyarkirina çarenûsa Libnanîyên ji hêla DAIŞê ve hatine revandin e û lê zêde kir: “Her wisa di mijara têkildarî Sûrîyê de jî standina Qelemûna rojava bi tevahî heta sînorên Libnanê, dîsa armanceke din ya vê operasyonê ye”.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê got: “Em semedî van armancan teva û seva xatirê Libnan û Sûrîyê şer dikin, ji ber ku şer nikare ji hev cuda bê zanîn û me di roja şeşemîn ya operasyona Cerûda Ersalê de destketinên pir girîng li du enîyan pêkanîn”.

Nesrullah diyar kir: “Artêşa Libnanê di operasyoneke birêkûpêk û profesyonel de ev destkeftina mezin bi ziyana însanî ya herî kêm ya pêkan, derxist heyînê û ji dema operasyona bi navê `În udtum udna` (Ger hûn vegerin em jî verdigerin) destpê bû şûn ve 20 kîlometre ji axa Libnanê hatiye azadkirin”.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê, lê zêde kir: “Qada deverên Libnanî yên ji dagirkerîya terorîstên DAIŞê hatine rizgarkirin bi qasî 120 kîlometre ye ku jê 100 km. ji alîyê artêşa Libnanê û 20 km. jî ji alîyê hêzên berwxedanê ve hatiye azadkirin”.

Wî daxuyandin: “Zêdetirî 270 kîlometreyan ji herêmên Sûrîyê yên li Qalemûna rojava ku di destê DAIŞê de bûn, azad bûne û derdora 40 kîlometreyan jî hêj li bin dagirkerîya DAIŞê de ye”.

Nesrullah, wiha dewam da gotina xwe: “Niha endamên çekdar ên DAIŞê li navenda herêma operasyona dorfireh di herêmeke ku bi qasî 20 kîlometreyan jê dikeve nav axa Libnanê û bi qasî 40 kîlometreyên wê jî dikeve nav axa Sûrîye de, hatine dorpêçkirin û operasyona li Qalemûna rojava û li herêma bilind ya bi navê Helîme Qare ku nîvekî wê dikeve nava Libnanê û yê dî jî dikeve nava Sûrîyê, dê berdewam bike”.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê bal kişand ser ku: “Di operasyona Cerûda Ersalê de bi dehan terorîstên çekdar an hatine kuştin an jî brîndar bûne. Li nava Sûrîyê jî bi dehan kesan xwe teslîm kirine û fermandarîya terorîstên DAIŞê naxwazin endamên wan bi saxî ji şer bifilitin û dixwazin ewe di wî şerî de bîne kuştin”.

Wî di dewama axiftina xwe de got: “Hemû kartêgerên me digihênin serketinê hene û di halê hazir de meseleya me tenê maya dema vê serketinê û ne pêwîste ku ji bona şerê Carûda Ersalê demeke mişexes bê diyar kirin”.

Nesrullah da zanîn ku: “Niha di eynî demê de li du enîyan xebat tê meşandin; jê yek, xebata li qada şer e û ya din jî mizakere û hevdîtinên li nava Sûrîye ne ku bi daxwaza endamên çekdar bi rê ve diçin û armanca vê mizakerê, derketina endamên DAIŞê ji Cerûda Libnanê û Sûrîyê, diyarkirina çarenûsa leşkerên Libnanê û vegerandina wan li malbetan wan e û ev yek, weke teahhûd û berpirsyarîya exlaqî ji wan re tê hesibandin”.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lîbnanê, eşkere kir: “Bi bawerîya min her du alîyên Sûrî û Lîbnanî operasyona leşkerî tercih dikin û sedema vê jî nêzîkatî û şêweya fikrînê ya serkirdeyên DAIŞî û girîng nedîtina xwîna endamên xwe ye. Helbet rêberên Sûrîyê miwafiqî mizakereyê ne û dixwazin mesele bi vî hawî çareser bibe lê mesele dê çareser nebe meger ku armancên li ber çav girtî werin pêkanîn. Artêşa Sûrîyê û Hizbullaha Libnanê bi vê mijarê ve girêdayî ne ku yekemîn benda mizakereya ligel DAIŞê divê zelalkirina çarenûsa leşkerên hatî revandin be”.

Wî bang li serkirdeyên terorîst ên DAIŞê kir û got: “Biryara şer, qethî û çarenûssaz e û dê encamê wê jî qethî be û me firsend nîne daku em wê ji dest bidin”.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê, wiha pêde çû: “Hûn Libnanî ber bi serketineke pir mezin ve diçin û divê hûn şanazîya xwe pê bikin”.

Nesrullah xitabî Amerîkîyan û hin Libnanîyan jî kir û got: “Roj, ron û eyan e, mij û dumana biçûk (ya we) nikara li hember tîrêjên wê bibe asteng. Lomeya min tenê ji hin derdorên çapemenî heye ku û li ser şerê Qalemûnê tiştek negotin û îtîbara xwe wunda kirine. Ev êdî ne çapemenî ne. Gel viya qebûl nake”.

Wî hin sîyasetvanên Libnanê rexne kir û eşkere kir: “Hin kes, ji du ciwanên ku di şerekî de ji bo eynî armancê tên kuştin, ji yekî re şehîd û ji yê din re kuştî dibêjin. Hin dezgehên medayayê wilo ne. Bi ya min bi kêrî Libnanê ye û ya etîk û exlaqî jî ev e ku hin dezgehên çapemenîya Libnanê bi berpiryarî û li gorî pîvanên exlaqî tevbigerin. Hin derdorên sîyasî yên Libnanê dixwazin şîroveya xwe ya li ser mijarê bidin xelkê. Ya girîng delîl, birhan û îstîdlal e. Destketine mezin ya pêkhatî, encamek ji encamên bilind ên hevsengîya zêrîn a di navbera artêş, gel û berxwedanê de ye û artêşa Sûrîyê jî divê lê were zêdekirin”.

Sekreterê Giştî yê Libnanê, hevkarîya di navbera alîyê Libnanî û Sûrî de û di eynî demê de vekirina kamil a enîyê, wekî kartêgerek ji kartêgerên serketinê li şerê niha yê rohilata Libnanê bi nav kir û wiha pêde çû: “Vê yekê kir ku serketin pêşde were û ev jî bi saya hevsengîya artêş, gel û berxwedanê pêkhat ku divê artêşa Sûrîyê jî lê were zêde kirin”.

Nesrullah bal kişand ser, serketina ku pir nêz bûye biqewime dê dawîyê li şerê azadkirina sînorên Libnan û Sûrîyê bîne û şerê azadkirinê di 25ê gulana 2000`an de yê ewil bû û ev jî şerê diyem ê azadkirinê ye ku divê qedra van serketinan hemîyan bê zanîn.

 

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*