Rêberê qedirgiran ê înqilaba îslamî ya Îranê pêkutî kir: Wek amûrê kêfkirinê dîtina jinê li welatên rojavayî, li gorî îhtîmaleke mezin yek ji komployên sîyonîstan bi armanca jinavbirina civaka mirovantîyê ye.
Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê înqilaba îslamî ya Îranê îro di salroja jidêbûna bimbarek a hezreta Fatimeya Zehra (S) di hevdîtina ligel hejmarek pesinderên ehlê beyta pêxemberê ekrem (S) de bal kişand ser berbelavbûna têgehên wek ``edaleta zayendî`` û ``beranberîya zayendî`` li welatên rojavayî û got: Edalet, naskirina potansîyelên Xwedêdayî û perwerdekirina wan e.
Hezretê ayetulah Xaminêyî bibîr xist: Zanyarên rojavayî û kesên ku meseleyên wek beranberîya zayendî dişopandin, roja îro ji karê xwe bi hegera fesadîyên ji ber wê poşman bûne.
Rêberê qedirgiran ê înqilabê herwiha şêwaza serederî û jiyana hezreta Fatimeya Zehra (S) xatûna qedirgiran a îslamê wekî rêbereke rastîn û herwiha jin û dayîkeke nimûne `` mînakeke tam jibo jina misilman`` binav kir.
Hezretê ayetulah Xaminêyî li dewama gotinên xwe, hezreta Fatimeya Zehra (S) mînaka tam a `` jina misilman`` û di asta herî jorîn da `` jina îslamî`` yanî di asta rêberekê da binav kir û li ser girîngîya naskirina cîgeha jina misilman sekinî.