Tekezkirina Îran û Iraqê ser berfirehkirina hevkariyên niftê

  • Kodê Nûçe : 856970
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê û wezîrê niftê yê Iraqê ser berfirehkirina hevkariyan û cihanîna hevhatinên niftê navbera du welatan tekez kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Îrec Mescidî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê û Ebdulkerîm Leîbî wezîrê niftê yê Iraqê roja çarşemiyê li hevdîtina  bi hev re,  daxwaza lezgînkirina cihanîna  boriya guhestina  nifta Besreya Iraqê bo Abadanê jibo xebitandina  rasterast a zirûfa  teknîkî ya Îranê li berhemanîna  behemên niftê kirin``.

 Balyozê Îranê li vê hevdîtinê her wiha amadebûna rewş jibo xebitandina  hêza şîrketên îranî li cihanîna  projeyên  niftê û aktîvbûna meydanên niftê xist rojevê ku ji aliyê iraqî ve hat pêşewazîkirin.

 Wezîrê niftê yê Iraqê jî li vê hevdîtinê, amadetiya  wezaretxana  nifta Iraqê jibo xurtkirina hevkariyan û bikaranîna  xizmetên endazyariyê yên şîrketên  îranî ragihand.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam