Têrorîstan êrişî Şamê kirin, çend xwendekar û mamoste hatin kuştinê

Têrorîstan êrişî Şamê kirin, çend xwendekar û mamoste hatin kuştinê

Komên têrorîst li Xûteya Rojhilatê di encama êrişên bi hawanê ser deverên xelknişîn û avahîyên sivîlan li Şamê de medreseyek kirin armanc û çend kes kuştin.

Li gorî rapora televîzyona El Kewserê, Lawrêns Hedad rêvebirê medresa Taxa Zahîye Esedê ya Şamê bal kişand ser candayîn û birîndarbûna hejmareke xwendekar û mamostên vê medresê di encama êrişa bi hawanê ya têrorîstan ji Xûteya Rojhilatê ve pêk anî û got: Di encama vê êrişa têrorîstên ku xwe li vê deverê veşartine de, şert û merc û dewama xwendinê ji bo xwendekaran gellekî bitehlûke û heta nepêkan bûye.

Di vî halî de, Viladimîr Zolotoxîn berdevkê navenda rûsî ya aştîyê li parêzgeha Laziqîyê duh ragihand ku piştî ragihandina agirbesê, 2 zarokan karîn bi rêya derbasgehên ewleh û di bin çavdêrîya artêşa Sûrîyê de, ji lepên têrorîstên li devera Xûteya Rojhilatê birevin.

Li gorî ragihandina wezareta berevanîya Ûrsêtê bi merema derketina sivîlan ji devera Xûteya Rojhilatê, ji sêşema buhurî ve agirbeseke pêncsietî hemî rojan ji siet 9`ê sibê  ve heta 2`ê piştî nîvro destpê bûye.

Bi vê mebestê hevgavê cihanîna agirbesa pêncsietî, devera Xûteya Rojhilatê ser 4 pişkan hatîye parvekirin ku li her pişkeke wê 2 derbasgehên ewleh ji bo derketina sivîlan ji vê deverê hatine terxankirin.

Têrorîst ji bo sekinîna li hemberî pêşdeçûna artêşa Sûrîyê, sivîlan wek mertal bi kar tînin û bi awêtina hawanan ser derbasgehên insanî de pêşîya derketina sivîlan ji navçê digirin.
.............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018