Tirkîyê li Efrînê bomba Napalmê dijî sivîlan bi kar anîye

Tirkîyê li Efrînê bomba Napalmê dijî sivîlan bi kar anîye

Li halekî ku opêrasyona artêşa Tirkîyê li bakûra Sûrîyê didome, Enqere bi hegera bikaranîna bomba Napalmê dijî sivîlan li Efrînê, di warê binpêkirina qanûnên navnetewî de hat tawanbarkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, Ilham Ehmed hevseroka Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM) Tirkîye bi bikaranîna çekên qedexe dijî sivîlan tawanbar kir.

Wê li peyamekê ku bi rêka Twwîtê belav kir nivîsî: Artêşa Tirkîyê çeka qedexe ya Napalmê li Efrînê dijî sivîlan bi kar tîne. Li gorî qanûnên navnetewî bikaranîna bomba Napalmê ji bo armancên leşkerî qedexe nîne lê bikaranîna wê li dijî sivîlan qedexe ye.

Li bomba Napalmê di asteke zêde da madeyên şewitînê hatîye bikaranînê.

Ev gotinên hevseroka TEV-DEM`ê li halekî ne ku rayedarên Tirkîyê ragihandine ku li vê opêrasyonê hemî hewildana xwe bi kar tînin ku zîyan negihêje sivîlan.

Berî vîya welatên rojavayî ji Tirkîyê xwestine ku li hemberî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ser hemdê xwe be.

Di vê çarçovê de wezîrê karên derve yê Fransayê li gotûbêja digel hevtûşê xwe yê tirkîyeyî ragihand: Fransa ji rayewdarên Tirkîyê dixwaze ku ser hemdê xwe hebe û rewşa mirovî zêdetir giran neke.

Emanoêl Mekron serokomarê Fransayê jî li gotûbêja digel Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê têkildarî opêrasyona vê dawîyê ya artêşa vî welatî li bakûra Sûrîyê dilgiranîya xwe nîşan daye.
..........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018