Tirkiye xwe amade dike êrişî hêzên YPGê bike

  • Kodê Nûçe : 839136
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Rojnameyeke nêzîkî hikûmeta Tirkiyê nivîsiye ku bi van zûtiyan wê Tirkiye êrişî ser hêzên YPG li bakûra Sûriyê bike.

Rojnameya “Sabah” ya Tirkiyê, ku nêzîkî hikûmeta vî welatî ye, ragihand ku Arteşa Tirkiyê û Arteşa Azad a Sûrî li dijî YPGê dest bi amedekariya operasyoneke berfireh kirine.

Di çarçoveya operasyonê de hejmarek zêde wesaîtên zirihî, tank, top û hêzên leşkerî yên Tirkiyê li ser sînorên bakûra Sûriyê ya herêmên kurdî hatine bicîhkirin.

Li gor nivîsîna vê rojnama Tirkiyê, arteşa vî welatî dê piştî Cejna Remezanê digel Arteşa Azad a Sûrî êrişî bingehên YPGê yên li Efrîn, Tel Rifat û hinek deverên din bike.

Duh Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotibû, dê di çend rojên bê de li hemberî rêxistinên terorê dest bi operasyonên dijwartir bikin.

Tirkiye bi her awayekî dixebite ku hêzên kurd neçar bike dest ji azadkirina Reqayê ji bin lepên DAIŞ`ê berde vêca tê gotinê ku êrişa muhtemil a Tirkiyê ser YPG jî di vê çarçovê de ye.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam