Trump peywendiya tev karbidestên istixbaratî yên Rûsiyayê bê xîm û binyat da zanîn

  • Kodê Nûçe : 811943
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Serokkomarê Amerîka li peyama xwe ya Twitter`ê peywendiya tev karbidestên istixbaratî yên Rûsiyayê li heyama hilbijartina serokkomariya vî welatî li sala 2016`an da bê xîm û binyat da zanîn .

Serokkomarê Amerîka li peyama xwe ya Twitter`ê peywendiya tev karbidestên istixbaratî yên Rûsiyayê li heyama hilbijartina serokkomariya vî welatî li sala 2016`an da bê xîm û binyat da zanîn .

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Donald Trump serokkomarê Amerîka li peyama xwe ya twitter`ê  peywendiya mişêwirên xwe tev karbidestên istixbaratî yên Rûsiyayê bê xîm û binyat da zanîn û ragihand ku belavbûna van cure nûçan ji ber viya bû ku Hîlarî Kilînton berbijara demokratan şaşitiyên xwe li rikeberiyên hilbijartinê veşêre.

Trump herwisa îro çarşemê li vê peyama xwe hin medyayên Amerîka tawanbar kirin ku ewna teoriyên komplogerane belav dikin.

Hêjayî gotinê ye ku CNN û New York Times`ê îdia kiribûn ku hinek kesên di komîteya hilbijartinê ya Trump tev istxbarata Rûsyayê re peywendî hebûne.

Armanca êrişa Trump pirtir CNN û New York Times`ê û telivîzyona NBC`yê bûye.

New York Times`ê li rapora xwe ya vê dûmahîkê ragihand ku li gorî belgeyên ber destê berpisên cihanîna qanûnê û ajansên istixbaratî yên Amerîkayê, tîma hilbijartinî ya Trump hertim tev karbidestên istixbiratî yên Rûsiyayê li dirêjahiya hilbijartina serokkomariya Amerîka da peywendî hebûye.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Pêskov teqez kiribû ku divê ev îdia wek îdiayên cidî neyên hesibandin û teqez kiribû ku nûçeyên ku Trump û istixbarata Rûsyayê bi hev ve girê dide, derew in û rexneyên tund li wan giritbûn.
..........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*