Waliyê Neynewaya Iraqê daxwaza berfirehkirina peywendiyan bi Îranê re kir

 Waliyê Neynewaya Iraqê daxwaza berfirehkirina peywendiyan bi Îranê re kir

Waliyê Neynewayê li bakurê Iraqê roja îniyê li hevdîtina bi Murteza Îbadî serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, daxwaza berfirehkirina peywedniyên du welatan kir.

Nofil Hemadî her wiha  tevî vexwendina  şîrketên  îranî bo beşdariya li avedankirina  parêzgeha  Neynewayê ser lidarxistina nîşangehên  îranî li Mûsilê navenda vê parêzgehê teqez kir.

Îbadî jî li vê hevdîtinê hêvî kir ku gel û dewleta Iraqê çawa ku bi yekitî û hevdilî li şerê li hember koma terorîstî ya  DAIŞê bi ser ketin li avedankirina  Iraqê jî dê bi ser kevin.

  Ebî Seîd serokê zanîngeha  Mûsilê jî roja îniyê li hevdîtina bi serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê elaqeya vê zanîngehê bo  hevkariya zanistî û hîndekariyê bi zanîngehên  îranî xûyand û ser amadetiya zanîngeha  Mûsilê bo pêkanîna  kursiya ziman û wêjeya farisî teqez kir.

 Ebî seîd Her wiha li vê hevdîtinê daxawza hevkariya navendên  zanistî û zanîngeha Komara Îslamî ya Îranê bi zanîngeha  Mûsilê bona pergalkirina pirtûkxana  vê zanîngehê kir.

Îbadî jî li vê hevdîtinê li bara amdetiya Îranê bona damezrandina  peywedniyên zanîngeheî tev zanîngehên  Iraqê agahî da.

 Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê bona hevdîtin û gotûbêja  tev rayedarên  parêzgeha  Neynewayê sefera vê parêzgehê kiriye.

...............

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018