Xetîbê Nimêja Înê ya Tehranê: Amerîka divê were bêçek kirin / DAIŞ li Îraqê li ber tinebûnê ye

  • Kodê Nûçe : 823861
  • Çavkanî : Abna
Brief

Pêşnimêjê înê yê Tehranê li bara êrişa vê dawîyê ya Amerîkayê bi ser Sûriyê de got: Ev êrişa hovane li dijî hemû urf û qanûnên navneteweyî ye û Amerîkayê bi vî hawî derewkarî û xûyê xwe yê êrîşgerîyê pir baş nîşan da.

Pêşnimêjê înê yê Tehranê Hucetu-l Îslam Siddîqî di xutbeya xwe ya vê heftê de got: Welatê me welatê Eîmmeyê Ethar û dergûşa întîzarê û li benda Îmam Zeman (a.f) manê ye. Em vê rêveberîya Îslamî wek destpêka hatina Îmam Zeman (a.f) dizanin.

Siddîqî, rêveberîya Îmam Zeman (a.f) wek rêveberîya exlaqê û tewhîdê pênase kir û wiha lê zêde kir: Kesê ku emrên Xwedê li ber çav negre û hema her çi hate ser zimanê wî bibêje û dest bavêje her cure biçûkxistin,kustexî û êrişan, ji sewiyeya vî welatî û nîzama Îslamî bi dûr e.

Îmamê nimêja înê yê Tehranê li berbijarên hilbijartinan tewsiye kir ku di bangeşeyên xwe riayetî nezaketê bikin û wiha dirêjayê da gotinê: Milet li bendeyê ku di hilbijartinan de nezaket li ber çav were girtin, lewra her cure tohmet, reşkirin û sazkirina hawirên sexte li dijî sirûşta nîzamê Îslamî ye.

Xetîbê vê heftê yê nimêja îna Tehranê got: Li berçav girtina qanûnê, daxwazîya giştî ya gel e.

Wî bi beyankirina vê yekê re ku piştî meqamê mezinê rêberîyê, parêzvan û hafizê qanûnê serkomar e, got: Ji gel re tehl tê dema bibînin ku kesek êrişî baregehên qanûnî yên welêt dike û dibêje Şûraya Nigehban kî ye? Û dûre bixwaze bibe serokê sazîyê rêvebirênê.

Siddîqî, wiha dewam da axeftina xwe: Bi vî hawî ev kes ewil bi xwe sengerên qanûnî wîran dike û ev yek ne hizra dînî, îslamî û qanûnî ye, çimkî sînorên emnîyeta welatê me hema ev qanûnên hane ne.

Wî her wiha bal kişand ser ku berendamên hilbijartinan divê nebin dîlên xwastekên şexsî, teasubên malbatî û mêldarîyên sîyasî û got: Serokomar divê nebe serokomarê grûbekî an hîzbekî bi tenê, belkî divê bibe serokomarê gelê 80 mîlyonî yê wefadar, hamî û piştevanê Înqilaba Îslamî.

Xetîbê nimêja înê ya Tehranê diyar kir ku ev welat encama Înqilabê ye û nasnameya me li ser vî esasî nasnameyke înqîlabî ye û “em dikarin” jî şîara înqîlaba me ye û wiha pê de çû: Li ser vî esasî me karî li dijî hêzên mezin li ber xwe bidin û ji ti hêzekê natirsin.

Wî amaje pê kir ku Îmamê ummetê gotibû ‘Amerîka diya fesadî û xerabîya sedsalê ye û emê Amerîka di bin lingên xwe de bipelixînin û ti xeletîyekê jî nikare bike’ û got: Em serokomarekî wisa dixwazin ku pê re ev ruhîye hebe yanê xwedîyê ruhîyeya tehacumî be li gel xwe spartina Xwedê; ne ku xwedîyê ruhîyeya lihevkirin û pasîf be.

Hucetu-l Îslam Siddîqî, tehmijîna çêja xizanîyê û dûr bûna ji feodal û arîstokratîyê û giridana bi prênsibên exlaqî ve wek taybetîyeke din ya berendamên hilbijartina serokomarîyê hesiband û got: Cudahîyên jiyanî yên başûrîyên bajêr li gel bakûrîyên bajêr, yên li navbera karkerên ku di tengasîyê de dijîn û kesên ku xwedî her tiştî ne, naye tehemul kirin û kesê ku dixwaze bibe serokomar divê haya xwe ji van pirsgirêkan hebe û tenê sloxanan neqîre, belkî pêwîste bi gotin û pratîka xwe vê yekê bide bawerandin.

Wî diyar kir aborîya berxwedanê ya ku ji hêla meqamê mezinê rêberîyê ve hate îblaxkirin xwe disêpire mudirîyete cîhadî û got: Ev heman mudirîyete xebatkar û cîhadker e ku dilê xwe ji bo xizmeta pêxasan lêdide û ji bo xwe û yên derdora xwe ti îmtiyazekê bidest naxe.

Xetîbê nimêja înê ya Tehranê got: Her kesê ku mêrxasê vê meydanê ye bila derkeve qada hilbijartinan û destê xwe bide destê hezretê huccet û bibêje em hatine ku dilê we şad bikin û bibin bersiva ciwanên hewqas bêkar, hewqas zewicîyên bêxanî, hewqas kesad û pirsgirêkên ku pişta mirov pê dişkê.

Wî got: Qada hilbijartinan qada mudîrên refehxwez nîne, belkî ya van mudîran e ku xebat û xizmetê wek erka xwe dizanin.

Hucetu-l Îslam Siddîqî, di beşeke din ya axeftina xwe de amaje bi êrişa Amerîkayê ya ser Sûrîyê kir û got: Ev êrişa hovane li dijî hemû urf û qanûnên navneteweyî ye û Amerîkayê bi vî hawî derewkarî û xûyê xwe yê êrişgerîyê pir baş nîşan da. Wî got: Bêyî destûra navneteweyî êrişa welatekî serbixwe kirin, nîşana wê ye ku êrişker divê bîne bêçek kirin.

Siddîqî her wiha got: Ya rast êrişker li ser rimê rûniştine û ji nav çûna wan qethî ye.

Wî got em vê êrişê şermezar dikin û diyar kir: Heger berxwedana li deverê ku encama înqîlabê ye, bi van teqûreqan xwe paşve bikşanda niha ji nav çûbû.

Xetîbê vê heftê yê nimêja înê ya Tehranê bal kişand ser ku Îran li pêyî êrişkirinê nagere û got: Lê eger wehşek û hovek qesta êrişa ser Îranê bike dê tûşî bersiveke wisa diranşken were ku hetahetayê poşman bibe.

Siddîqî her wiha êrişa hovane ya Alê Suûd û hevalbendên wê ya ser Yemenê jî şermezar kir û diyar kir: Ew dixwazin Yemenê bikin welatekî şewîtî, lê em hişyar dikin ku zilm û zordarî çiqa zêdetir bibe dê encamên hîn xerabtir ji wan re bîne, ji ber ku Xwedê di kemînê de rûniştiye.

Siddîqî got: Neng û xwelî li serê sazî û dezgehên navneteweyî û kesên behsa mafên mirovan dikin be ku her dem mezlûman dikujin û piştgirîya zaliman dikin.

Wî her wisa roja artêşê pîroz kir û dilxweşîya xwe ji ber têkçûna DAIŞê anî zimên û got: Spas ji Xwedê re ku DAIŞ li Îraqê ketiye ber tinebûnê.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*