Xetîbê nimêja înê yê Tehranê: Cîhana Îslamê divê biçe hewara misilmanên Myanmarê

  • Kodê Nûçe : 853215
  • Çavkanî : Abna
Brief

Pêşnimêjê miweqetê înê yê Tehranê komkujîyên li Myanmarê şermezar kir û diyar kir: Cîhana Îslamê divê xwe bigihîne hewara misilmanên Myanmarê. Ti hêvîyek bi civatên cîhanî tineye, qe ne be welatên Îslamî bila rabin ser piya û bi riya li darxistina xwepêşandanan dengê îtirazên xwe bigihînin guhê cîhanîyan.

Abna / Ayetullah Muwehidîyê Kirmanî di destpêka xutbeya nimêja înê ya Tehranê de got: Ji bo ku Xedîr bibe (dîyardeyeke) cîhanî divê em bixebitin, hê li cîhana Îslamê Xedîr bi awayeke baş nehatîye nasîn.

Wî lê zêde kir: Eve wezîfeya girîng a me ye û emaneteke îlahî ye ku Xwedê ji me dixwaze ku em wê bi cî bînin. Niha pir civatên Îslamî hene ku bi başî tênegihîştine Xedîrê.

Pêşnimêjê miweqetê înê yê Tehranê got: Xedîr dema bibe cîhanî dê ommeta Îslamî bibe urwetu-l wusqa û ommeta Îslamî divê xwe bi urwetu-l wusqayê ve bigre û bi tabîra Quranê urwetu-l wusqa jî tê wateya Ehlê Beytê.

Xetîbê înê yê Tehranê di beşeke din ya xutbeya xwe de îşare bi meseleya Myanmarê kir û got: Niha meseleya serekê, tevkujîya li ser misilmanên Myanmarê tê meşandin e û Xwedê mala van xwînxwaran xera bike û desthilatîya wan bi serê wan de bîne xwarê, binêrin ew çi dikin; çawa serê zarokan, jinan û mêran dibrin, wan dişewtinin û heta rê li ber arîkarîyên mirovane digrin û mixabin çapemenîya cîhanî jî ser van tevkujî û cinayetan digrin daku raya giştî ya cîhanê ji van fecaetan agehdar nebe.

Wî lê zêde kir: Li pişt sehneya van tevkujîyan, rejîma sehyonîstî heye ku mîna ûrê pençeşêrê xwe berdeya nava bedena ommeta Îslamê. Bêdengîya civata cîhanî jî meriv mat û mebhût dike, rayedarên sazîya Neteweyên Yekbûyî hema tenê dibêjin em şermezar dikin û hew, ma hema bi gotina hevokekê mesele diqede?

Xetîbê înê yê Tehranê got: Van xwînxwaran di dîmenekî de zarokek yek salî tazî kiribûn û kehrûba berdabûn bedena wî zarokê mesûm û bi awayeke hovane qetilkirin. Li gorî amarên heyî zêdetirî 4 hezar kesan hatine kuştin û 120 hezar kes jî koçber bûne.

Ayetullah Muwehhidîyê Kirmanî, ligel beyankirina vê yekê ku divê çi bête kirin, eve xweşk û birayên me yên misilman in, wiha devam kir: Cîhana Îslamê divê xwe bigihîne hewara misilmanên Myanmarê. Ti hêvîyek bi civatên cîhanî tineye, qe ne be welatên Îslamî bila rabin ser piya û bi riya li darxistina xwepêşandanan dengê îtirazên xwe bigihînin guhê cîhanîyan.

 

   

  


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*