Xwenîşandana dubare ya gelê Behreynê bona şermezarkirina normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re

Xwenîşandana dubare ya gelê Behreynê bona şermezarkirina normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re

Gelê Behreynê li seranserê vî welatî bi beşdariya li xwenîşandana berfireh, normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re şermezar kirine.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRIB News`ê û ji zarê televîzyona  Meyadînê, beşdarên  vê xwenîşandanê îro Şemiyê ser dijberiya xwe ya tund li hember kiryara  Rejîma Behreynê ya vexwendina Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Îsraîlê bo sefera bo Menamê sekinîn.

 Rojnama Siyonîstî ya Yedîot Aharanot vê dawiyê şekere kir: Rejîma Alê Xelîfe ya Behreynê li halê şêwirîna  nepenî bi Îsraîlê re bona raghandina  detpêbûna  peywednyên  eşkere  navbera her du aliyan e ku sefera tê ya Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Îsraîlê bo Menamê dê wê destpê bike.

  Gelê Behreynê  li vê xwenîşandanê bi blindkirina  hin wêneyên  şêx  Elî Selman dayîna hikmê hewsa hetahetayê bo wî û du nûnerên  berê yên parlemana Behreynê zalimen  dan zanîn.

Welatiyên behreynî roja  înê jî  li Menamê û cihên din ên vî welatî bi nîşana  hevgirtina bi şêx Elî Selman sekreterê giştî yê civata  neteweyî-îslamî ya El-Wifaqê û dijberiya  li hemberî normalkirina  peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re, xwenîşandan bi rê xistin.

 Behreyn ji 14 Sibata 2011` an  ve şehedê serhildana  gelanî li dijî Rejîma  Alê Xelîfe ye. Yên nerazî daxwaza wêdeçûyîna Rejîma Alê Xelîfe û azadiya zindaniyên siyasî dikin.

...............

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018