Xwenîşandana gelê Londonê bi nîşana şermezarkirina biryara Trump derheq Qudsê

Xwenîşandana gelê Londonê bi nîşana şermezarkirina biryara Trump derheq Qudsê

Bi hezaran kes ji xelkê Londona paytexta Brîtanyayê êvara Îniyê xwenîşandaneka berfireh li ber avahiya balyozxaneya Amerîkayê li vî bajarî bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara vê dawiyê ya Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê li dijî Qudsê li dar xistin.

Li vê meşa itirazî ku ji aliyê hejmareka komên alîgirê Filsitînê ji wan Karnavala hevpeymaniya dijî şêrr, dostên Eqsayê, Civata Misilmanên Brîtanyayê û Kempêyna berxwedana li kêleka filistîniyan va hatibû birêxistinkirin, beşdaran hin plakard û nivîsên ser parçeyan girtibûn destê xwe ku li ser wan nivîsîbûn ``Trump çal kin!``, ``Em ji peywendiya taybet bi Azmerîkayê ra dibêjin: Na`` û ``Filistînê rizgar bikin``.

Nerazîtiyan her viha tevî hejandin û bilindkiirna ala Filsitînê hin dirûşme li warê azadkirina Quds dagirbûyî û ``Mirin bo Israîlê`` bilind kirin.

Serokomarê Amerîkayê roja Çarşemiyê tevî hebûna dijayetiyên berfireh ên welatên cîhanê derheq biryara Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Israîlê ragihand ku Amerîkayê Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas dike.

Beytul Muqedes ji hêla biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) va wek cihekî dagirbûyî tê naskirin û ev karê Amerîkayê di rastiyê da binpêkirina biryarnameyên vê saziya navneteweyî ye.

Gellek ji welat û saziyên navneteweyî heta niha ev karê Trump şermezar kirine.

Komara Îslamî ya Îranê ji welatên yekem bû ku ev karê Trump şermezar kir. Wezareta karên derve ya Îranê êvara çarşemiyê bi daxûyaniyekê destnîşan kir ku serokomarê Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst binpêkirina aşkira ya biryarnameyên navneteweyî ye.

Beytul Muqedes ku Mizgefta Eqsayê wek yekem qubleya misilmanan têda ye, beşeka cudanebûyî ya Filistînê û yek ji sê şûnewarên herî girîng ên îslamî ye.

Ev bajar xwedan cîgeheka taybet li ba misilmanan e.

Bajarê Beytul Muqedesê sala 1967an ji aliyê Israîlê va hat dagirkirin.
..........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*