YE: "Bila Erebistan dosîya Xaşiqçî zelal bike"

 YE:

Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê xwest ku rayedarên siûdî lêkolîneke zelal derbarê kuştina rojnamevanê dijberê vê rêjîmê de bikin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Associated Press`ê, Federica Mogherini di civîna rojnamevanîyê ya hevpar digel Augusto Santos wezîrê karên derve yê Purtugalê de ragihand ku YE`yê tam digel lêkolîna derbarê dosîya Cemal Xaşiqçî rojnamevanê dijberê Erebistanê li Istebola Tirkîyê da ye.

Wê herwiha got: "YE`yê çavlirê ye ku rayedarên Erebistanê lêkolîneke tam û şefaf derbarê bûyera qewimî de bikin".

Xaşiqçî bi dû rexnekirina Mihemed Bin Selman welîehdê Erebistanê û rexnekirina destwerdana leşkerî ya Erebistanê li Yemenê, ji tirsa ku bi destê hêzên ewlehîyê yên vî welatî were girtinê, neçar ma sala buhurî terka Erebistanê bide.

Xaşiqçî di 2`yê Cotmehê de piştî seredana konsulxana Erebistanê ya li Istenbolê bêserûşûn bû û roja yekşemê jî hat ragihandinê ku meytê wî li devereke Istenbolê hat peydakirinê.

Navê Xaşiqçî di lîsteya girtîyan û kesên li ber taqîbê ya rêjîma Siûdî de bû.

..................

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018