Yekdengiya welatên îslamî bona piştgîriya ji Qudsê

Yekdengiya welatên îslamî bona piştgîriya ji Qudsê

Karzanên rûs, pêgîrî kirin ku welatên îslamî jibo piştgîriya ji Qudsê yekdeng in.

Li gorî rapora IRNA`yê, karzanên rûs ser vê bawerê ne ku welatên îslamî bona berevaniya ji Qudsê li hember biryara dijî filistînî ya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ku ev bajara wekî paytexta Rejîma Siyonîst bi fermî nas kir, yekdeng in.

Maksîm Soçkov, birêvebirê belavoka El Manitorê û karzanê Konseya Peywendiyên Navneteweyî ya Rûsyê di vî warî de got: Cîhana Îslamê bi awayekî vebirr û cidî li hember biryara Amerîkayê bertek nîşan da.

Yûrî Barmîn, karzanekî din ê konseya Peywendiyên Navneteweyî ya Rûsyê jî pêgîrî kir pîlanên Trump yên dijî Qudsê wê negihîjin encamê.

Donald Trump, 6`ê Kanûnê tevî dijayetiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî ragihand, Waşîngton bi awayekî fermî, Qudsê wek paytexta Rejîma Îsraîlê dizane û wê balyozxana xwe bibe vî bajarî.

Vê biryarê pêleka nerizamendiyan li seranserê cîhanê bi taybet li werlatên îslamî bi dû xwe ve aniye.
..................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018