YPG`ê şêr dibe nava xaka Tirkiyê

YPG`ê şêr dibe nava xaka Tirkiyê

Ji bo cara yekem Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîş bir nava axa Tirkiyê. YPG`ê ragihand, şervanên wan odeya operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li Navçeya Qiriqxanê ya Hatayê kirine armanc û di encamê de 7 leşker û çekdarên Tirkîyê hatine kuştinê.

Li gor daxuyaniyekê YPG`ê, şervanên YPG`ê bi operasyonekê odeya operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê li Navçeya Qiriqxanê kirin armanc û di encamê de 7 leşker û çekdarên wê operasyonê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye ku ew êrîşa şervanan jî wek tolhildanekê li hember êrîşa artêşa Tirkiyê li ser gundê Erendê ye ku tê de çekên kîmawî bikar aniye û ji ber wê jî 6 welatiyên sivîl bi çekê kîmawî nexweş bûne.

Herwiha YPG`ê daxwaz ji welatiyên sivîl kir, ku ji cihên leşkerî û xalên artêşa Tirkiyê dûr bikevin, ji ber ku dibin armanca hêzên wan.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 29`emîn de berdewam e û îro li deverên Şêra, Cindiris, Bilbil, Racoyê şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG`ê û artêşa Tirkîyê de berdewam bûn.
...................
300








Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018