Zêde ji 150 filistînî ji aliyê çekdarên israîlî va hatin birîndarkirin

Zêde ji 150 filistînî ji aliyê çekdarên israîlî va hatin birîndarkirin

Çekdarên Rêjîma Siyonîst zêde ji 150 kes ji welatiyên filistînî li navçeyên cûrbicûr ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, Quds û Zîvala Xezeyê bi derbê gulleyê birîndar kirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Saziya Heyva Sor a Filistînê roja Yekşemiyê ragihand ku li şer û pevçûna filistîniyan digel çekdarên Rêjîma Siyonîst li deverên cûrbicûr ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê, Quds û sînorê Zîvala Xezeyê 157 filistînî birîndar bûn.

Kanala têlêvîziyoniya Al Alamê jî li nûçeyekê ji zarê rayedarên filistînî ragiahnd ku çekdarên israîlî hejmareka ciwan û xortên filsitînî li bajarê El Xelîlê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê girtin.

Çekdarên Rêjîma Siyonîst her wiha qasa hebûna xwe li deverên qedîmî yên Beytulmuqedesê zêde kirin.

Piştî biryara çarşemiya bihurî ya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ya nasandina Beytulmuqedesê wek paytexta Rêjîma Siyonîst, werdên dagirkirî yên Filistînê bûne qada şer û pevçûna navbera çekdarên siyonîst û filistîniyan.

Li vî halî bi sedan xwendekarên filsitînî jî roja Yekşemiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ya nasandina Beytulmuqedesê wek paytexta Rêjîma Siyonîst, li zîvala Xezeyê derketin nav kolanan.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*