Rêberê giranqedir ê inqilabê:

Zêdegavî û şaşitîya giran a Amerîkayê li bara Qudsê nagihêje encamê

Zêdegavî û şaşitîya giran a Amerîkayê li bara Qudsê nagihêje encamê

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî kiryara vê dawîyê ya Amerîkayê têkildarî Qudsê `` zêdegavî û şaşitîya mezin`` bi nav kir û got: Amerîkî nikarin vî karî bikin û hewildanên wan nagihêjin encamê.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê giranqedir ê inqilabê, hezretê ayetulah Xaminêyî îro danê êvarê li hevdîtina digel mêvanên pişkdarê sêzdehemîn konfiransa Meclisên Welatên Islamî, mijara Filistînê di serê meseleyên cîhana islamê de zanî û got: Di mijara Filistînê de, sê bûyerên ``dagirkirina axê``, ``dûrxistina komkî û bi milyonan kesî`` û `` kuştin û cinayeta mezin li dijî mirovantîyê`` qewimîne ku li dîrokê sitemeke wiha nehatîye kirin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, berevanîya ji Filistînê erka her kesî zanî û pêgirî kir: Nabe wiha bê xeyalkirin ku sekinîna li hemberî Rêjîma Sîyonîst bêfeyde ye belkî bi destûr û kerema Xwedê, têkoşîna li hemberî Rêjîma Sîyonîst dê bigihêje encamê, çawan ku Bereya Berxwedanê anegorî salên buhurî li pêş ketîye.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwisa got: Dewletên ku li navçê alîkarîyê didin amerîkîyan û bi Rêjîma Sîyonîst re hevkarîyê dikin ta ku li hemberî birayên misilman bisekinin, xîyanetê dikin, wek karê ku siûdî dikin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bi gotina vîya ku sîyonîstan rojekê durişma ``ji Nîlê heta Firatê`` dikirin hawar lê niha ji bo parastina xwe neçar in dîwaran li dora xwe lêbikin, pêgirî kir: Bê guman Filistîn pêkhate û dîroka ``ji deryayê heta çêm`` e û Quds jî paytexta wê ye û tu imkana reşkirin û sistkirina vê rastîyê tineye.

Rêberê giranqedir ê inqilabê bal kişand ser hilêxistina meseleya Miyanmar û Kişmîrê li civîna Meclisên Islamî û di eynî demê de xafilbûna ji hilêxistina meseleyên gellek girîng ên Yemen û Behrêynê li vê civînê û got: Nabe rê bidin impiratorîya bitehlûke ya propaganda welatên rojavayî ku pirranî bi destê sîyonîstan tê birêvebirin meseleyên girîng ên cîhana islamê berçav negire û bi komploya bêdengîyê, meseleyên sereke yên ometa islamê ji holê rake.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bi pêgirîya li ser pêwîstîya sûdwergirtina welatên isalmî ji tecrube û zanyarîyên hev got: Nabe rê were dayîn nakokî, şer û kuştin li cîhana islamê ku sebebkarên sereke yên wan jî amerîkî û sîyonîst in, rewşek wisa pêk bînin ku Rêjîma Sîyonîst di nava ewlehîyê de be.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bal kişand ser idiaya Amerîkayê di warê piştgirîya ji ``mafên mirovan`` de û got: Kesê ku roja îro li Amerîkayê desthilatdar e, helwestên vî welatî gellekî aşkira û zelal radigihîne, helbet yên berî wî jî ev kara dikirin lê bi vî awayî zelal îlan nedikirin û mînaka berbiçav a vê helwestnîşandanê jî gotinên vê dawîyê yên wî li bara Afrîqayê û Amerîkaya Latîn û nijadên din in ku mînaka dijberîya li hemberî mafên mirovan in, lewma divê ev idiayên pûç û derew bên aşkirakirin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî meseleya têkoşîna li hemberî `` têrorîsmê`` yek ji idiayên din ên pûç ên delweta Amerîkayê zanî û got: Divê bi gotina rastîyan û aşkirakirina derewbûna van dew û dozana, hewil bê dayîn bandor li raya giştî û bijareyan bê kirin.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018